Polîtîk

Barzanî ji bo Rojava çi ji destê me bê emê bikin

Piştî wê yekê ku çendîn wêneyên diltezîn û nûçeya kuştin û birîn û êrîşkirina li welatiyên bêtawanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dam û dezgehên ragihandin û torên civakî û malperên nûçeyiyan belav bû û her wiha behsa ragihandina nefîr’am û cîhada li dijî Kurd ji aliyê rêxistina terorîstiya ser bi El Qa’îde li nûçeyande kiribû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi navê lêkolîna wan rûdanan û derxistina rastiya wan nameyekî pêşkêşî Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî kiriye û têda daxwaz ji pêkanîna lîjneyekî taybetî kiriye ku biçin Rojava û bizanin ev nûçe rastin yan ne û eger ne rast bin ewe Herêma Kurdistanê amadeye bergiriyê li xelkê bêtawanê Kurd li rojava bike. 

Evê li jêr jî naveroka wê nameyê ye ku Serok Barzanî li 08.08.2013 ji bo Lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî şandiye:

Ji bo Lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd

Silavekî germ…

Ev demeke li medya û hinek navendên siyasî û ragihandinan de komek nûçe belav bûne ku qaşo ji aliyê terorîstan ve li Rojavayê Kurdistanê nefîr’am û cîhad li dijî welatiyên Kurd hatiye ragihandin û terorîstên ser bi El Qa’îde êrîşî xelkê medenî û bêtawan didin û serê jin û zarokên Kurd dibrin. Ji bo derketina rastî û dirustiya van nûçeyan daxwaz ji we dikim lîjneyekî taybet pêkbînin bo ku serdana Rojavayê Kurdistanê bikin û lêkolînê li ser wan nûçeyan bikin. 

Eger bêt û ev zanyariyane rast bin û welatî û jin û zarokên bêtawanê Kurd li jêr êrîşa kuştin û birîn û terorê da bin wê demê Herêma Kurdistanê hemû şiyanên xwe ji bo wê yekê dixe holê ku parastinê li jin û zarok û welatiyê bêtawanê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.

Mesûd Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

08.08.2013

Back to top button