Polîtîk

Malikî û dewleta kurdî nakokî di navbera PDK û YNK-ê de çêkirin

 

Nakokî piştî peyama Newrozê ya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derket, ku tê de Malikî rexne kir ku takekesiyê di desthilatê de dike û ji dêvla bicihkirina daxwazên destûrî yên gelê kurd, bi êrişkirina Kurdistanê difikire. Pişt re serokomarê Iraqê Celal Talebanî di hevpeyvînekê de bi kanala Al-Jazîra re got: “Nexêr Malikî ne dîktator e û ne ew tenê ji kêşeyên Iraqê berpirs e, lê ez jî berpirs im.”

Derbarê hebûna nakokiyê di navbera YNK û PDKê de, endamê serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd dibêje: “Divê em mikur bên ku cudahiyeke mezin di navbera dîtina PDK û YNKê de hebû, lê di van rojên dawî de dîtinên herdu aliyan ji hev nêzîk bûne, çiku di van şert û mercan de nabe her aliyek nêrîneke cihê pêşkêş bike.”

Berpirsên YNK û PDKê bi awayekî berdewam di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku girîngiya peymana stratejîk ya di navbera wan de ew e ku helwesta wan li hundir û derve nemaze li Bexdayê bihêz dike.

PDK siyasetên niha yên Malikî rexne dike û di wê baweriyê de ye eger ji tevgera xwe ya niha poşman nebe divê bê rakirin, lê YNKê ne bi rakirina Malikî re bû. Ferîd Eseserd got: “Rakirina Malikî jî pirsgirêkan çareser nake.”

Ne ku tenê li Herêma Kurdistanê, lê li Bexdayê jî hest bi wê cudahiya di navbera PDK û YNKê de ji aliyê hêzên Iraqî û Malikî bi xwe jî hat kirin, ku heya niha ne amade ye bersiva 9 daxwazên pênc aliyên civîna Hewlêrê, bide.

Ebdilhadî Hesanî, yek ji lîderên lîsteya Dewleta Yasa ye, ku Malikî serokayetiya wê dike, dibêje: “Barzanî bi awayekî tund bi Bexdayê re dipeyve û pirsgirêkan kûrtir dike, lê Talebanî ne wiha ye, bi awayekî diplomatik û di çarçoveya destûr de bi me re dipeyve. Rast e, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ye, lê serokekî din li Iraqê heye ji wî mezintir e û desthilata wî jî li ser Barzanî heye ku ew jî Malikî ye.”

Bi baweriya mamosteyekî zanîngehê li Hewlêrê, eger rewş bi vî awayî bidome, di sê salên bê de hikûmeta Iraqê di aliyê leşkerî de bihêz dibe û her dema Bexda xurt bû, di danûstandinan de kurd nikarin bersiveke pratîkî ya daxwazên xwe ji Bexdayê werbigirin. 

Mamosteyê zanîna siyasî li zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê Ebdilhekîm Xesro dibêje: “Tevgera serkirdayetiya PDKê li gel rewşa niha ya Iraqê û hikûmeta Malikî di cihê xwe de ye, ku divê berî xurtbûna artêşa Iraqê pirsa kurd bê çareserkirin, çiku eger hikûmeta Iraqê xurt bû, kurd nikarin danûstandinan pê re bikin.”

Pirsa kurd li Iraqê heya niha nehatiye çareserkirin, bi kêmanî heya niha çarenivîsa ji sedî 43ê xaka başûrê Kurdistanê di nav madeya 140 de daleqandî maye.

Ebdilhekîm Xesro, qala cudahiya helwestên YNK û PDKê dike û dibêje: “YNK bi awayekî berdewam bi wê yekê re ye diyalog bi Malikî re berdewam be, lê stratejiya PDKê li ser tecrûbeyeke dîrokî hatiye damezrandin, çiku bi berdewamî hikûmetên li peyv hev yên Iraqê di destpêkê de gotûbêj û danûstandina bi kurdan re kirine heya ku hevsengiya hêzê guheriye û gava hikûmeta Bexdayê bihêz bûye, êrişî Kurdistan û bizava wê kiriye û di hemû deman  de jî PDKê li hember bûye û ev jî bandorê li ser serkirdayetiya PDKê dike.”

Bi dîtina endamê civata serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî: “PDK û YNKê xwediyên du dibistanên cuda ne ji bo çareserkirina pirsa kurd, di nav PDKê de bi berdewamî mijara dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistanê hebû.”

Di helwesta dawî ya YNKê de li ser pirsa dewleta kurdî û mafê çarenivîsê, sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî di 05.05.2012an de li Hewlêrê li gel hejmareke kadroyên YNKê got: “Mafê çarenivîs ne ew e em dewletê ragihînin, gava me dengê xwe da destûra Iraqê, federalî ji bo kurdan hat çespandin û ev cureyek ji mafê çarenivîsê ji bo gelê kurd bû. Yê ku daxwaza mafê çarenivîsê ji bo kurdan bike wek dewlet şaş çûye.”

Bi baweriya Ferîd Eseserd, hê jî pir zû ye ji bo ragihandina dewleta kurdî û dibêje: “Bi baweriya YNKê dem ne baş e, lê dibe ku PDKê bi awayekî din birame û dibêjin rewş baş e, lê eger rewş kêrhatî bûya PDKê nedipa û dewleta kurdî radigihand.”

Bi dîtina Eseserd, dewleta kurdî eger bê ragihandin jî, tu dewlet lê mikur nayê: “Di dawî de kêşeyan ji bo Kurdistanê dirust dike, lewma ragihandina dewleta kurdî 50 salên din dom dike.”

Lê endamê serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî dibêje: “Bi kîjan pîvanê pêwist dike kurd 50 salên din çavlirê bin, tu wext wek vêga ne baş bû, ku kurd kar bikin ji bo ragihandina dewleta Kurdistanê.”

 

Hêvîdar Ehmed/Rudaw

Back to top button