Pirsa kurd û PKK-ê şer û rêyên eskerî çareser nabe

Di serdana xwe ya Tirkiye de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di asta herî bilin de hevdîtin pêkanîn. Wek di medyayê de jî cih girtî Nêçîrvan Barzanî serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan û wezîrê derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêkanîn.
Serokê hukumeta Kurdistanê li Tirkiye gelek bi germî hate pêşwazî kirin. Di van hevdîtinan de li ser rewşa herêmê, Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê hate sekinandin. Behsa rewşa aborî û siyasî hate kirin. Herdu aliyan dîtinên xwe di derbarê pirsa asayîşê de û ji bo çareseriya pirsa kurd jî ji hevre gotin.
Di hemî hevdîtinan de herdu aliyan behsa pêwistiya pêşdebirina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye kirin û ev yek wek pêwistiyekî qelem dan.
Gelek balkêş bû ku malpera fermî ya serokkomariya Tirkiye, malpera fermî ya serokweziriya Tirkiye û herweha malpera wezereta derve ya Tirkiye, rê dan hevdîtinên serokwezîrê Kurdistanê. Vê carê wek serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Barzanî hate kirin. Nêçîrvan Barzanî di malperên fermî de wek (IKYB Başbakani) navkirin.
IKYB(Irak Kurdistan/kurd/ yerel bolgesi) yanî serokwezîrê Herêma Kurdistan/kurd/ a Iraqê. Bê goman ev yek cara yekem e ku di awayek fermî di malperên hukumî de tê nivîsandin.
Lê mixabin medya Tirkî piranî Kurdistan yan herêma kurd wek Bakurê Iraqê navkirin. Lê peyamên Barzanî ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê dayîn ket nawenda rojeva siyasî ya Tirkiye de.
Nêçîrvan Barzanî di derbarê pirsa kurd de got: Pirsa kurd û PKK-ê, li Tirkiye şer û şîdet û rêyên eskerî çareser nabe. Çareserî tenê bi metodên aşitiyane yên siyasî û bi diyalogê mimkine.