Sistema serokatiye statukoyê biguherê baş e
Li Tirkiye dema destpêkirina amadebûna destûra nû ket di rojeva siyasî de, vê yekê ve girêdayî sistema Tirkiye jî bi awayekî bû cihê gotubêjê. Eve demek e behsa guhertina sistemê li Tirkye tê kirin. Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan xwe amade dike ku sala 2014-ê bibe serokkomoarê Tirkiye. Tê zanîn ku, Erdogan plan û bernameya xwe ya siyasî li ser vê yekê ava kiriye.
Di van 10 salên AK Partî li xwedî desthilat, gelek tişt li Tirkye hatine guhertin, gelek nakoki di nava dezgehên dewletê de çêbûn piranî hukumetê li gora daxwaziyên xwe guhertin pêkanîn. Ev bi xwe jî şerek bû di navbera statukoyê û yên li dij bûn. Lê hemû guhertinên ku heta niha pêkhatîn di nava sistemê de çêbûn. Behsa her tiştekî tê kirin, lê kesek behsa cumhuriyeta Ataturk û nake. Ev tabuy e.
Eger sistema ku niha heyî bê guhertin û sistema serokatiye li Tirkiye çêbibe, gelek tişt têne guhertin. Ji berî hertiştekî dezgehên dewletê û pêwendiyên di nava dezgehên ku dewlet li ser hatî avakirin tê guhertin. Ev yek tê wateya guhertina sistemê.
Belkî mirov nikare bêje ku her guhertin başe û dê berjewendiyên civatî lê hebê. Lê li Tirkiye statukuya heyî, sîstema ku cumhuriyet li ser hatî avakirin bê guhertin ev yek dikarê li gel xwe guhertina zîhniyetekî jî li Tirkiye û taybetî di nava gelê Tirk de pêyda bike. Belkî jî tişta herî girîng pêkanîna sistema serokatiyê de , dê ev yek be.
Niha tenê behsa sistema serokatiyê tê kirin. Lê berfirehî sistemek çawe ne di rojevê deye. Mimkine sistemek wek Emerîka yan jî wek Fransa be. Lê ya girîn ewe ku, ev yek hinek tiştan di bingeh de diguherê û bi awayek zanistî tê guherandin.
Hêja şeklê sistema serokatiyê, naveroka wê berfireh nebûye babetê gotubêje. Lê hinek vê yekê bi tirs dinirxînin û têkçûna statukoya li Tirkiye heyî wek metirsiyekî mezin dibînin. Hinek jî vê guhertinê bi kesayeta Erdogan bi xwe ve girêdidin. Di rastiya xwe de ev yek ne şiroveyên siyasî û zanistîne.
Guhertina sistemê li Tirkiye ji aliyê kurdan ve û pirsgirêka kurd ve jî giringiyek xwe taybet heye. Dema naveroka serokatiyê bê eşkere kirin, gerek baş bête xwendin û li gora wê jî kurd dîtin, rexne û heviyên xwe ji vê yekê bêjin. Lê dema kurd behsa vê bikin divê bê şik berjewendiyên kurda wek pîvan bête dîtin û ev bibe bingehê helwesta kesayet û siyasetmedarên kurd.
Na eger kurd vê yekê nekin, dê bi hemdê xwe yan jî bê hemdê xwe bibin pişgirek ku statukuya heyî neyê ruxandin. Mirov gelek vekiri Tirkiya îro û ya ku sebe di sestema serokatiyê de bête şekilkirin dide berhev û li gora berjewendiyên netewî yê kurda nirxandinekî çêdike û dibe xwedî helwestekî.
Pirsa serokatiyê li Tirkiye nabê ku Erdogan ve bê girêdan û li gora wê helwest bêne kifşkirin. Ya giring tişta ku bê holêye, nej i aliyê kîve û çewe hatiye çêkirin e.
Îro Erdogan e sibehî yek din e. Lê sistema ku her tişta bêhna azadiyê jê werê wek tabû bête dîtin biguherê dê babetên gotubêja jî li Tirkiye bête guhertin.
Eger pirsek ji kurdekî bê kirn. Gelo hun sistema serokatiyê li Tirkiye çewe dibînin. Divê bersiv zelal be,. Em baş dibînin eger berjewendiyên kurdan yên netewî di tê de hebê.
Dara Bilek
14.Gulan.2012