Haşimî: Talabanî alîkariya min nekir

Cîgirê serokkomarê Iraqê Tarik haşimî, di daxuyaniyek ya xwe li gel ajansa Cihanê da xuyakirin ku; Heta niha serokkomarê Iraqê tu awayî arîkariya wî nekiriye.
Wek tê zanîn bi tohmeta hinek bûyerên terorê ji aliyê dadgehek li Bexdayê biryara girtin û darizandina Tarik Haşimî derket. Li ser vê yekê Haşimî ewil çû Silêmaniyê û piştre hate Hewlêr. Li Hewlêr serokê Kurdistanê xwedîtî li Haşimî kir. Ev yek jî bû sedemek ku nakokî di navbera serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de tund tir bû.
Tarik Haşimî hat Tirkiye û hukumeta Tirkiye niha vekirî pişgiriya Haşimî dike û bi hemi awayî lê xwedî derdikevê.
Niha doza Haşimî li Bexdayê destpêkiriye. Li ser vê yekê Tarik Haşimî daxuyaniyek da Ajansa Cîhan û got: Êfadeyên ku li dijê min tên dayîn di bin îşkence û zorê de bi himaya min didin gotin.Tu rastiya wan gotinan tuneye.
Haşimî got: Li gora destura Iraqê wek cîgirê serokkomar û parlementer,dadgehek nikare min bidarizîne. Lê cardin ez îtiraz nakim. Lê ji derê Bexdayê ez amademe li her cihekî bême darizandin.
Berdewambûna axavtina xwe de Haşimî got: Neta niha min pişgiriyek bi hêz ji birêz Barzanî girtiye.Lê min wek vê pişgiriya serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ne girt. Ez hêvî dikim Talabani jî di derbarê doza min de wek Barzanî xwedî helwest be.
Haşimî di daxuyaniya xwe de bi tundî Nurî Malikî û rêvebiriya wî rexne kir û ew wek dîktatorekî bi nav kir.