Malbatên leşkera generala protesto dikin
Di dema ku civîna konseya bilind ya leşkerî di baregehê hêzên çekdarên Tirkiye berdewam dike, gurubek jî li ber avahiya serfermandariya hêzên çekdar xwepêşandanê dikin. Hinek kesûkarên leşkeren ku li herêma Çolemêrgê hatîn kuştin, generalên ku bûyîn sedema kuştina zarokên wan proteto dikin û naxwazin di vê civînê de ew generalên tawanbar bilind bibin. Malbatên leşkerên hatîn kuştin dixwazin generalên tawanbar bêne cezakirin.
Malbatên leşkeran weneyên zarokên xwe yê di leşkeriyê de bi ihmala generalan hatîn kuştin kirine destê xwe de û li himber avahiyê kom bûne. Lê general ji vê xwepêşandanê gelekî ne rihetin û dixwazin ew belav bibin. Parêzgerê van malbata ji bo medyayê daxûyaniyek da. Parêzger Hayrettin Açikgoz di daxûyaniya xwe de dibêje, zarokên vî xelkî bi mayinên leşkeran hatine kuştin. Divê ew kesên berpirsiyarin ji dest kar berdin û bêne darizandin. Em bi vî awayî bawer nakin ku dê adalet bi cih.