Civak
Di civîna konseyê de nakokî
Îro sê roje civîna konseya leskerî ya bilind berdewame. divê sibe civîn dawî werê û biryarên civînê herin berdestê serokkomar. Li gora adeta li Tirkiye heyî divê fermandarê orduya yekê Hasan Igsiz bibe fermandarê hêzên erdî û piştre dibe serfermandarê hêzên çekdar. Lê duhî dadgeha Stanbulê Hasan Isiz jî ji bo doza Balyozê xwest dadgehê. Vê bûyerê di cih de bandora xwe li civînê kir.
Li gora agahdariyên ji civînê derketin, tê gotin ku serokwezîr Tayib Erdogan itiraz li rewşa orgeneral Hasan Igsiz kiriye. Vê yekê di civînê de nexweşiyek peyda kiriye. Biryarên civînê piranî tên girtin, lê Erdogan û serokkomar dikarin van biryara qebûl nekin. Dê demjimêrên pêşiya me rewşê zelal tir bike.