Cîhan

Li Pakistanê 1400 kesî jiyana ji dest da

Li Pakistanê şape û lehiyê jiyana xelkê ji binî xirakir. Li eyaleta Pencap çemê Indus rabû û di encama lêhiyê de 12 hezar xanî man di bin avê de. 300 hezar insan ji dev malên xwe berdan û ji deverê dûr ketin. Di herêmê de ji bo xirabûna rê û pira çûyîn hatin gelek zehmet bûye.

Li Pakistanê ji sala 1929-ê hir ve ev lehiya herî mezine ku çêdibe. Li gora dezgehên fermî yên pakistanê didin zanîn heta niha zêdeyî 1400 kesî jiyana xwe ji dest daye.

 

Back to top button