Malbatên Kurdan divê zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin

Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî)  mafekî bingehîn û  meşrû yê miletê Kurd e. Dewleta Tirkîyeyê eve 97 sale mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl nekirîye û zimanê Kurdî wek zimanekî fermî nehatîye qebûl kirin.Kurdî di Qanûna Bingehîn  û di hemû qanûnên  Dewleta Tirkîyeyê de hîna jî qedexe ye.

Lê  belê eve 9 sal e ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di perwerdehiyê de dersên bijarte yên Kurdî weke vebijêrkekê hatîye danîn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Dersa Bijarte, ango dersa zimanê Kurdî di hemû dibistanan de ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema  serlêdanê vî mafî li dibistanan destpê kiriye û dê heta 22yê Çileya Paşîna  2021an berdewam be. Xwendekar divê  heta 21ê Çileya Paşîna 2021an dersên xwe bibijêrin û rêveberîya dibistana  xwe di vê derbarê de agahdar bikin.

Em weke PAK piştgirîya banga Platforma Zimanê Kurdî(PZK) dikin  û  bangî dayîk û bav û malbatên Kurdan dikin da ku ji bo  zarokên we fêrî zimanê dayîka xwe bibin, ji bo wan,  di nav beşa Ziman û Zaravayên Zindî de zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.

Divê hemû malbatên Kurdan girîngîyê bidin hilbijartina dersa Kurdî. Bikaranîna vî mafî weke wazîfeyeke netewîye jî li ser milên hemû malbatên Kurdan.

Zarokên Kurdan pêşeroja miletê Kurd in.Her firsendeke ku ji bo fêrbûna zimanê Kurdî, firsenda hûnandina pêşeroja. Miletê Kurd e.

Em wek miletê Kurd ji alîyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê Kurdî û fermî kirina zimanê Kurdî divê em xebatên xwe  bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de jî qeyd bikin.

07.01.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerîna min :