Cîhan

Kongres serokatiya Biden pesend kir

Piştî aloziyên duhî ku xwepêşandana êrîşê avahiya kongres kirin û kuştî û birîndar çêbûn, îro Kongres cardin civîya. Di civînê de, Kongresê serkeftina Joe Biden bi 306 dengan pesend kir.

Piştî pesendkirina serkeftina Biden ji aliyê Kongresê ve, Donald Trump Serokê Amerîkayê ragihand, ku dê di dema xwe de desthilatê radestî Joe Biden bike.

Trump di daxuyaniyekê de dibêje, tevî ku bi tevahî ji encamên hilbijartinê nerazî me û rastî dê derkevin holê, lê belê dê bi awayekî rêxistî di 20ê Çile de desthilat bê veguhastin.

Di beşeke daxuyaniyê de Trump amaje bi wê yekê dike, ku wî her dem gotiye ew berdewam şer dikin ji bo hejmartina hemû dengên yasayî. Trump tekez kiriye, tevî ku ev dawiya “mezintirîn kabîneya serokatiyê di dîroka Amerîkayê de” ye, lê destpêkeke bo şerkirina ji bo “dubare mezinkirina Amerîkayê”.

Îro Kongres bi serokatiya Mike Pence, Cîgirê Serokê Amerîkayê civiya û giliyên li ser encamên hilbijartina serokatiya wî welatî red kir. Pence tevî daxwaza Trump ji wî ya derbarê redkirina encaman de, di axaftinekê de ragihand, li gor Destûrê mafê wî tune ye ku encamên hilbijartinan red bike.

Trump herwiha Mike Pence weke “tirsenok” bi nav kir û got, “diviyabû karê rast pêk bîne.”

Doh di dema civîna hevbeş a Kongresê de alîgirên Trump bi ser avahiya Kapîtolê de girtin û derbasî nav avahiya Kongresê bûn, her ji ber wan aloziyan civîn bo dema 4 demjimêran hat paşxistin û piştî şandina hêzên zêdetir bo navçeyê û û derketina alîgirên Trump ji avahiyê, careke din Kongresê dest bi civîna xwe kir.

Back to top button