Ziman nasnameye miletekiye. Ji bo vê yekê fêrbûna zimanê dayikê gelek girînge û pêwistiyek e. Dema gelek cara taybetî behsa rewşa bakurê Kurdistanê tê kirin û herweha behsa alozbûna hestên netewî tê kirin, mirov hinek rastiyan paş guh dike. Ji berî hertiştekî alozbûna hestên netewî û ne axavtina zimanê Kurdî bi hevre girêdayî ye.

Gelek cara ev pirs hatiye rojevê û gotubêjên berfireh li ser vê yekê hatine kirin. Yek ji helwesta dewleta Tirk ji roja cumhuriyet hatî avakirin heta niha siyaseta asimilasyonê ye. Yanî rêyek ku Kurd bêne winda kirin ewe ku, zimanê wan bê qedexe kirin û Kurd hêdî nikaribin zimanê xwe xeber bidin. Nivşek ziman dayikê winda bike hêdî ew ziman ji bo nivşek din namîne.

Gelo îro dema hinek aliyên siyasî yan jî hinek dezgeh dema behsa karanîna zimanê Kurdî dikin, ew bi xwe heta çi radeyê rojane di malên xwe de, li gel zarokên xwe, di dezgehên xwe de li gel karmendên xwe û partiyên xwe de zimanê Kurdî bi kartînin? Bersiva vê pirsê gelekî girîng e. Eger tu hewl bidî axavtina zimanê Kurdî belav bibe gerek ji berî her tiştekî tu ji xwe,ji mala xwe, ji partiya xwe û dezgehê xwe destpê bikî. Eger tu vê yekê nekî tu di vê derbarê de jî ne duristî û cardin vê babeta girîng jî, ji bo xwe dikî malzemeyek a propagandeyê.

Berê xwe bidinê, niha di serî de di nava HDPê de zimanê Kurdî tê karanin yan na? Rojane civînên wan, dayin standina wan, daxûyaniyên wan bi Kurdî ye yan Tirkiye? Ev yek pîvaneke. Partiyên din jî yên bakurê Kurdistanê, civînên xwe Kurdî dikin yan Tirkî? Zimanê kongreyên wan Kurdiye yan Trkiye? Ev pirs girîngin. Bê guman di hinek waran de wek aliyek siyasî tu mecbûrî zimanê Tirkî bi kar bînî. Lê îro karanina zimanê Kurdî jî ne qedexeye. Heta qedexe bû jî li dij derkeve û zimanê xwe bi kar bîne.

Baş bala xwe bidinê, di nava refên PKKê de ziman piranî bi Tirkiye. Hinek serokên PKKê eve 40 sale fêrî zimanê Kurdî nebûne. Lê gelek Kurdên ku ji beşên din yên Kurdistanê tevlî PKKê bûne hemû fêrî zimanê Tirkî bûne. Heta hinek kesên biyanî ji welatên cuda tevlî PKKê bûne  ew jî fêrî zimanê Tirkî bûne. Gelo ewên  bi ziman re eleqeder dibin ji bo çi sedemên vê yekê nakin babetek ê lêkolînekî?

Bê guman dewlet gelek astenga ji bo fêrbûna zimanê kurdî peyda dike. Lê di mala te de peyda nake. Gelo ew kesên doza karanina zimanê Kurdî dikin, di malên xwe de li gel malbata xwe çi zimanî bi kartînin? Eger bi duristî bersiva vê pirsê bê dayîn dê rastiya me jî derkeve holê. Di demekî de li bakurê Kurdistanê bac li ser axavtina zimanê Kurdî hebû, lê xelk cardin Kurdî diaxivîn.

Heta wek îro jî dema tu serdana bajarê Diyarbekirê diki, tu pê nahesî ku Diyarbekir bajarek Kurdiye, Piraniya esnaf,bazirgan û xaringehan de zimanê Tirkî kar tînin. Heta tu bi kurdî kiset nekî kesek bi Kurdî bersiva te nade. Yanî pêwendiya rojane û têgihandina  hevdin a xelkê li Diyarbekir dijîn ne Kurdi ye mixabin piraniyek mezin Tirkiye.Pazar bi zimanê Tirkiye.

Li bakurê Kurditanê dêbijin “Tirkiye Diyarbekir“ “Tirkiye Bilisê“ “Tirkiye Muşê“ û gelek bajara wek minak mirov dikare bide.

Dema sala 2012ê fêrbûna zimanê Kurdî wek dersa hilbijare hate qebûl kirin, mixabin Kurda gelek raxbet nekirin. Herkesekî li gora xwe sedemek derxist pêş.Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê deverek wek Diyarbekirê 50.000 insan xwepêşandan dikir, lê tenê 4.000 kesî serî li dersa zimanê Kurdi da. Yanî derek wek Diyarbekirê tenê 4000 xwendevana wek dersa hilbijare serî li dibistana dan. Eger ewên ji bo fêrbûna ziman xwepêşandan kirîn zarokên xwe rêkiran zimanê Kurdî ,dê hijmara kesên serî li fêrbuna zimanê Kurdî bidan kêmasî dê bibûya 10-20 hezar zarok.

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur, dema Kurdi di pileya 5ê de wek dersa hilbijare hate qebûl kirin, ji 81 wilayetî ji 28 wilayetan de zaroka dersa zimanê Kurdi wek dersa hilbijare hilbijart.Di tevitiya Tirkiye û bakurê Kurdistanê de tene 9.714 xwendevana serî li zimanê Kurdî dane. Ev hêjmara Kurmanci û Zazaki bi hevre ye.

Li Diyarbekirê ji 35.855 xwendavanan tene 4.469 xwendevana Kurdî(Kurmanci û Zazaki) hilbijart. Li bajarên din jî bi hijmarên cuda xwendevana serî li zimanê Kurdî dan. Li Stanbulê ku dibêjin 3 milyon kurd lê dijîn tene 171 xwendevanî,Li Izmirê 7 xwendevana zimanê Kurdî hilbijartin. Li Enqere yek kesî jî zimanê Kurdî hilnebijart.

Li gora nizama wezereta perwerdeya Tirkiye ji bo di dibistanekî de pola dersa hilbijare bê vekirin ,divê kêmasî 10 xwendevana ev daxwazî kiribe. Ji bo li gelek dibistana ev hêjmar nebû , polen fêrbûna zimanê Kurdî nehatin vekirin.Mamusta nehatin destnîşan kirin.

Bê guman doza Kurda ewe ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê Zarokên Kurda bikaribin ji destpêka dibistanê heta ku perwerdeya xwe dawî bînin bi zimanê Kurdî perwerde bibin. Lê îro dema firsendek jî bê holê gerek Kurd vê bi zanebûn karbînin û tu hêcetekî di deste dewletê de nehêlin.

Li kijan bajaran çend kesa serî li dersa hilbijare ya Kurdî daye:

Nûçe/Analîz

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: