Malbatek ji rojhilatê Kurdistanê di behrê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gora ajansên nûçeyan malbata ji rojhilatê Kurdistanê bi belemekî hewldidan ji Fransa derbasî Britanya bibin. Di belemê de 27 kes siwarbûn û beleme di behra Manşê de binav bû. Piraniya penaberên di belemê de xeniqîn.Di nav penaberan de malbetek ji rojhilatê Kurdistanê ji devera Serdeştê bûn. Malbat tevî dê û bav 3 zarokan xeniqîn .

Navê endamên mabata kurd :

Resûl Îrannejad (35 salî û bav)

Şîva Mihemedpenahî (35 salî û hevjîna Resûl)

Anîta Îrannejad (9 salî û keça malbatê)

Armîn Îrannejad (9 salî û kurê malbatê)

Artîn Îrannejad (15 mehî û kurê biçûk yê malbatê)

Tê gotin ku heta niha termê Artîn nehatiye dîtin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: