
Li Rojavayê Kurdistanê herdu aliyên danûstandinên Kurdî-Kurdî tekez dikin ku ew dê hemû hewlên xwe bidin ku bigihêjin rêkeftinekê. Lê berdewamiya hevdîtinên wan li benda vegera rayedarên Amerîkî ye.
Li gor zanyariyên taybet bi Rûdawê, Zehra Belly berpirsa danûstandinan ji roja înê 16ê cotmehê ve, Rojavayê Kurdistanê bicî hiştiye, erkê wê bi fermî roja 20 cotmehê li herêmê bi dawî hatiye. Her li gor zanyariyên taybet ê Rûdawê, tê pêşbînikirin ku erkê Zehra Belly li navçeyê ji bo demekê bê dirêjkirin.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku danûstandinên ENKS û PYNK careke din destpê bikin. Dibe ku ev welatiyê mijûlî dabînkirina qûtê zarokên xwe agahdarî van danûstandinan nebe, lê bê guman encamên wan danûstandinan dê bandorê li ser siberoja zarokên wî bike.
Bi sedema geştkirina serpereştyara danûstandinan Zehra Belly ji navçeyê, danûstandin li bendî vegera wê hatine ragirtin, lê herdu alî tekez dikin ku ev proses dê berdewam be heta bigihêje encamên xwe.
Endamê Destaya Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Muhsin Tahir: “Ew serpreştiya van rêkeftin û hevdîtinan bi şêweyekî rasterast dikin. Bawer dikim ku Amerîka heta niha wekî em jê derdixin rijd e li ser pêkanîna rêkeftina di navbera Kurdan de, û serxistina diyaloga Kurdî-Kurdî. Ji aliyê me ve em dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ladana hemû astngiyan ji bo pêkanîna vê armancê.”
Aliyê PYNK jî tekez dike ku danûstandin nehatine rawestandin û diyar dike ku niha ji ENKS tê xwestin şêweyê beşdarbûna xwe di Rêveberiya Xweser de destnîşan bikin.
Derbarê mijarê de Sekreterê El Partî Nisredîn Îbrahîm jî got: “Maye ku birayên di ENKS de destnîşan bikin bê çi dixwazin ji beşdarbûna xwe di deste û ofîsên Reveberiya Xweser a Demokratîk de. Em gihiştine vê xalê. Serpereştyarên Amerîkî yên diyalogê di vê dema dawiyê de mohletê wan hebûn wate danûstandin ranewestiyane û berdewam in.”
Çalakvanên civaka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hebûna Amerîkayê li herêmê bi berjewendiyên wê ve girê didin û Kurdan wekî fakterekî aramiyê wesif dikin.
Çalakvan Mizgîn Hewas jî got: “Berjewendiya Amerîkayê heta niha hebûna wê li vê navçeyê dixwaze. Pêwîstiya vê yekê jî bi cîgîrbûneke siyasî heye wekî babeta demokrasiyê û beşdarî di desthilatê de, û cîgîrbûna emnî, û Kurd fakterekî serekene ji bo cîgirtina van babetan.”
Li gor zanyariyên taybet bi Rûdawê, ji 2 hefteyan ve hîç hevdîtinek di navbera herdu aliyan de nehatiye kirin. Zehra Belly, Rêvebera ofîsa James Jeffrey û serperştyara danûstandinan ji roja înê, 16ê cotmehê ve, Rojavayê Kurdistanê bicî hiştiye, erkê wî bi fermî roja 20 cotmehê li herêmê bi dawî hatiye. Her li gor zanyariyên taybet ê Rûdawê, tê pêşbînikirin ku erkê Zehra Belly li navçeyê ji bo demekê bê dirêjkirin.