Polîtîk

Mafê Kurdistanê ye deriyên sinorî veke

 

 

Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê tekîd kir ku mafê her parzêgehekê heye deriyên sinorî digel welatên cîran veke bê ku razîbûna dadgeha federalî yan parlametoyê werbigire.

Cîgirê Serokê Komîteya Yasayî Emîr Kenanî ji AKnewsê re da xuyakirin ku mafê her parêzgehekê heye rêkeftinên kargêrî yên di warê aborî de îmze bike û pêdiviya wan bi razîbûna dadgeha federalî yan parlamentoyê nîne.

Derbarê rêkeftina hikûmeta Herêma Kurdistanê digel hikûmeta Tirkiya ji bo vekirina 2 deriyên din ên sinorî, Kenanî got, “Ev mafê herêmê ye, ji ber nepeymaneke navdwletî ye.”

Kenanî bal kişand ku berpirsyariya hikûmeta federalî bi tenê girêdayî wergirtina bacên gomrikê ye.

Pêr, hikûmeya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew digel Tirkiya rêkeftiye ji bo vekirina 2 deriyên din ên sinorî.

Peyvdarê hikûmeta Iraqê Elî Debax jî di daxuyaniyekê de got, “Her mameleyek digel her beşekî Iraqê ne bi rêya hikûmeta federal re be, derveyî yasayê navdewletî ye, em daxwaz ji welatên cîran dikin ku heya wan ji vê yekê hebe, ji ber binpêkirina yasaya navdewletî ye.”

 

Back to top button