Nivîsar

Çend gotin li ser etîk û prensîbên nivîskarîyê

 

 

Min di 2012-04-17 de  bi kurtayî hinek rexneyên xwe li gel nameya birêz Şakir Epözdemir yên li ser kitêba Zeynelabidin Zinar ya bi navê ”Jînewariya Derwêşê Sado”  bê ku neheqî ya jî heqaretê li kesekî bikim ji raya giştî re diyar kiribû. Di 2012-05-08an de Zeynelabidin bi sernivîsa ”Du rexneyên bêwate li `Jînewariya Derwêşê Sado`” xwedêgiravî bersîva rexneyên min û Şakir Epözdemir daye. Piştî wê, di 24.05.2102an de jî bi sernivîsa “Çend gotin li ser nerastiya nivîsa Şakir Epözdemir” nivîsek din daye weşandin.

 

Zeynelabidîn di nivîsa xwe ya pêşîyê de, bi awakî tehdîtwarî dixwaze ser hinek meseleyan bigre û me di binê hinek ”tohmet” û ”gûmanan” de bihêle. Di nivîsa xwe ya vê dawîyê de jî Şakir Epözdemir bi dozlêvekirina mahkemeyê û tazmînatê tehdît dike. Ew di dawiya van herdu nivîsên xwe de weha dinivîse:

 

”Hêvîdar im ku ne Şakir Epozdemir û ne jî Zinar Soran, vê meselê zêde mezin nekin û newerpixînin. Lewra herduyan jî li gor xwe ked kirine û keda wan bûye malê mêjû. Eger na, dema ez bêgav bimîne, ez ê pir tiştan derxînim holê, ew tişt xasma jî wê ji bo Şakir encameke neyênî biafirînin.”(1)

 

”Ez bi riya vê malperê hişyarî didim Şakir Epozdemir ku heta mehekê lêborîn ji Zeynelabidin Zinar û ji Raya Giştî ya Kurd bixwaze. Egerna, ez ê doz lê vekim û madî-manewî daxwaza tezmînatê lê bikim. (2)  

Eger ne ji van fort û zirtên ”bêwate” bûna û Zeynelabidîn me di binê hinek ”tohemet” û ”gûmanên” bê ast û astar de nehiştibûya, min dê êdî pêwîst nedîta ku ez bersîva nivîsek wehe ”bêwate” bidim. Ji ber ku xwendevanên ku nivîsa min û ”bersîva” Zeynelabidîn xwendine, wê bi awakî pir zelal bibînin ku Zeynelabidîn naxwaze rast û rast bersîva pirsên min bide; çiva dide xwe û ji dewsa kêmanî û şaşiyên xwe qebûl bike, dixwaze ser rastiyan bê girtin.

 

Birêz Şakir Epözdemir bi sernivîsa ”Daxuyanik li ser kitêba Jînewariya Derwêşê Sado” nerîn, bersîv û hinek rexneyên xwe diyar kiribû. Li ser hinek îdeayên nû, wî li gel kurte nivîsekê, daxuyaniya du şahidên piştî civîna Siltan Şêxmûs ji min re şand û ji min daxwaz kir ku ez wan di dawiya nivîsa xwe de biweşînim. Li ser vê daxwazê, ez jî vê  kurte nivîsa Şakir Epözdemîr, daxuyaniya Seyid Maşallah ya bi kurdî û daxuyaniya Mehmet Emin Aslan ya bi tirkî di dawiya nivîsa xwe de diveşînim.

Bê gûman tu pirsek min ya şexsî ne bi Zeynelabidîn, ne bi Derwêşê Sado û ne jî bi tu siyasetmedar ya jî nivîskarekî kurd re heye. Ez ji devjengî û polemîkên bêber û stewr jî hez nakim. Lê ez naxwazim çavên xwe ji hinek rastiyên ku ez dizanim bigrim û neheqiyan jî qebûl nakim. Bi qasî ku ji destên min bê, ez jî dixwazim rastiya bûyerên siyasî û dîrokî yên tevgera neteweyî ya Kurdistanê weke xwe derkevin holê; quncikên tarî yên dîroka me rohnî bibin.

Eger yekî ku di vî warî de tiştekî bizanibe; belegeyek di dest de hebe, an jî hinek agahdariyên rasteqîn bizanibe û bi miletê xwe re par ve nekin, li hemberî tarîxê û miletê xwe gunehkar e. Niyetek min ya weha tune ye; lê eger Zeynelabidîn jî di vî warî de tiştekî zanibe û nebêje, ew jî dibe şirêkê wê gunehkariyê.

 Zeynelabidîn di destpêka nivîsa xwe de weha dinivîse: 

 

”Roja 17ê Nîsanê, saet li dora 14.00yan bû, dostekî min ez bi telefonê agadar kirim ku Zinar Soran rexneyekî dirêj li ser pirtûka min a bi navê ”Jînewariya Derwêşê Sado” nivîsiye û li malpera NETKURDê (2012-04-17 08:28:38) daye weşandin.

Dema min li Malperê nihêrî, min dît ku erê rast e, va ye Zinar Soran wêneyekî xwe yê 30 sal berê û yekî min ê sê sal berê jî daniye ber hev, tevî bergê pirtûka min û rexneyekî dirîj nivîsiye….” (3)

 

1) Zeynelabidîn weke gelek caran vê carê jî bê ku rastiya meseleyê fêm bike û bi awakî bêbingeh ji ”ezbere” dinivîse. Ji ber ku ev risimê ku Zeynelabidîn bahs dike û di malpera Netkurd û hinek malperan de derketiye, min hazir nekiriye. Min tenê risimê berga kitêba Zeynelabidên ji wan re şandiye. Netkurdê jî rismekî min, yekî Zeynelabidîn û yê kitêbê daye ber hevdû û weşandîye. 

 

Ma gelo wê ne rastir bûya ku Zeynelabidîn beriya bêbextiyek weha bê ast û astar bikira, ji karbidestên malpera Netkurdê bipirsîya û rastiya meseleyê fêm bikira? Cihê xemgîniyê ku mirovek li ser navê nivîskarî û lêkolîneriyê tohmet û nerastiyên weha bê bingeh binivîsîne. Ev ne ehlaq û ne jî prensîbên giştî yên nivîskariyê ne!

2) Zeynelabidîn di nivîsa xwe ya ”Du rexneyên bêwate li `Jînewariya Derwêşê Sado`” de xwedêgiravî bersîva rexneyên me daye, lê mixabin wî di vê nivîsa xwe de, bersîva yek pirsên min dahî bi belge nedaye û xwestiyê bi çivan xwe ji rastiya vê meseleyê xelas bike. Ew di vê nivîsa xwe ya li ser nivîsa min de weha dinivîse:

”Çewa ku min li jorê jî diyar kiriye, min belge û wêneyên li ser doza PDKTyê ku di beşa Sisiyan a pirtûka xwe de ku weşandine, ne ji nivîsek an lêkolîneke Zinar Soran wergirtine. Min ew belge hemû ji arşîva Derwêşê Sado wergirtine û niha jî ew belge û wêne li ba Mam Derwêş têne parastin. Tenê ew belgeya werger ku Zinar Soran bi xwe jî behs kiriye, ji xwe min eşkere nivîsiye ku ”ev werger a Zinar Soran û ya Mîrhac e.” (4)

 

Xwendevanên ku nivîsa min ya bi sernivîsa ”Daxuyaniyek li ser kitêba Jiyanwariya Derwêşê Sado” xwendibin wê bi awakî pir vekirî bibînin ku Seydayê Zeynelabidîn li çavên mirov dinere û rast nabêje.

Zeynelabidîn di nivîsa xwe de weha dinivîse ku ”Tenê ew belgeya werger ku Zinar Soran bi xwe jî behs kiriye, ji xwe min eşkere nivîsiye ku ”ev werger a Zinar Soran û ya Mîrhac e.” 

Weke ku min berê jî nivîsandibû, ez carek din dibêjim ku ew beşê ku Zeynelabidîn weke wergera min nîşandaye, ne werger e û ne jî wergera min e; ew ji orjînala destûr û programa PDKTê ye û orjînala wê jî bi kurdî ye. Lê ev camêr dîsa wê weke wergera min nîşan dide!

 

Madem ki ew belge hemû di arşîva Derwêşê Sado de hene (kî dikare hinek hebin ya jî tunebin), ji bo çi Zeynelabidîn wê gavê destûra PDKT ya 1965an ku bi kurdî hatiye nivîsandin, weke xwe ji arşîva Derwêşê Sado dernaxîne û nanivîsîne; bi gotina wî, ew  ”wergera” min û ya Mîrhac dinivîsîne?

Ev yeka bi xwe jî diyar dike ku bê Zeynelabidîn çiqasî bi haydarî li belgeyan dinere, rastî û nerastiyên wan fêm dike û ”lêkolînên” xwe yên bi ”wate” li ser kîjan ”bingeh” û ”belgeyan” ava dike!? 

Ji xwe camêrê Zeynelabidîn bi xwe li ser rastî û nerastiya belgeyan û lêkolînên xwe weha dinîvîse:

 

”Raya Giştî û Wijdana Giştî jî, rind dizanin ku ez bi xwe lêkolîn dikim û li pey esl û feslê belgeyan nabezim…”(5)

 

3) Ji bo ku wê zêde dirêj bibe, ez naxwazim wan hemû pirsan ku min di nivîsa xwe ya bi sernivîsa ”Daxuyaniyek li ser kitêba Jiyanwariya Derwêşê Sado” nivîsandibûn û Zeynelabidîn bersîva wan nedabû, dubare bikim. Lê ez dê weke numûne du pirsan ji wan dîsa ji Zeynelabidîn bipirsim û eger bikaribe bila ji kerema xwe re bi belgeyên li cem xwe û li cem birêz Derwêşê Sado bersîva wan bide:

 

Zeynelabidîn ji kerema xwe re bibêje, te wergera axaftina rahmetliyê Saîd Elçî ya Mitînga Siwêregê ji kî derê girtîye? 

 

Ma te ew axaftina ku min wergerandiye kurdî ya rahmetiyê Saîd Elçî ji arşîva birêz Derweşê Sado girtiye?

Ma ev axaftina rahmetiyê Saîd Elçî ji dervî lêkolîna min ya li ser PDKTyê ku di rojnameya Armancê û hinek malperên kurdî de derketine, li dereke din hatiye weşandin? 

 

Ez careka din bi kurmancî dinivîsim ji bo ku Zeynelabidîn fêm bike! Min ew axaftin ji ber kaseta dengê rahmetiyê Saîd Elçî girtiye. Axaftin bi tirkî hatiye kirin û min ew wergerandîye kurdî. Kaset di arşîva min de ye.

 

4) Zeynelabidîn beşê bi sernivîsa ”Nijadperestiya Medyaya Tirkiyê” dîsa ji vê lêkolina min ya li ser PDKTyê “kopiya” kiriye. Ji bona wê gelekî dirêj be, ez dê tenê perçenivîseke ku Zeynelabidîn bê ku çavkaniya wê nîşan bide û di kitêba xwe de nivîsîye, bi xwendevanan re par ve bikim. Zeynelabidin weha dinivîse:

 

”Xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên Kurd, li hember van weşanên nîjadperestî bêdeng nemane. .. 19 komeleyên xwendekaran yên kul i ser navên bajarên Kurdistanê hatibûne avakirin, bi belavoke hevbeş bi sernavê ”JI RAYA GIŞTî RE, Kî Kê DIQEWIRîNE? FERMO MEYDAN” belavkirine û bîr û baweriyên nijadperestiya Tirkan protesto kirine.

Li gor hinek agahdariyên taybetî, di amadekarina vê balavoka hevbeş de, roleke taybetî ya Koma Azadiya Kurdistanê (KAK) çebûye û bi hewldana vê belavokê, cara pêşî bûye ku bi tevger hebûna xwe dane nîşandan. Piştî belavokê, dengvedanek mezin li Kurdistanê çêbûye û ew yek ji bo amadekirina Mitîngên 1967an bûye bingeheke girîng.” (6)

Ji bo ku Zeynelabidîn dibêje min ew belge hemû ji arşîva Derwêşê Sado hatine girtine, ez jî ji wî dipirsim:

Gelo seydayê Zeynelabidîn ma te ew agahdariyên li ser KAKê jî ji arşîva birêz Derwêşê Sado girtiye? 

 

5) Zeynelabidîn ji hêlekê dibêje ku ”min belge û wêneyên li ser doza PDKTyê ku di beşa Sisiyan a pirtûka xwe de ku weşandine, ne ji nivîsek an lêkolîneke Zinar Soran wergirtine. Min ew belge hemû ji arşîva Derwêşê Sado wergirtine û niha jî ew belge û wêne li ba Mam Derwêş têne parastin” lê piştî wê jî lê hay nabe û bi awakî ”sergirtî” li xwe weha mukur tê:

 

 ”Ew çend belgeyên ku min ew di beşa sisiyan a pirtûkê de weşandine, rast e ku Zinar Soran jî ew belge di nivîseka xwe de berê weşandine. Lê belê xwediyên wan belgeyan sê kes in ku niha ew li jiyanê ne. Yek ji wan kesan jî rêzdar Derwêşê Sado ye. Ez dibêjim ku min destûra weşandina wan belgeyan ji Derwêşê Sado wergirtiye. Baş e, Zinar Soran dema ku wan belgeyan weşandiye, destûr ji kê wergirtiye? 

Bêguman belgeyên wisa, malê miletê Kurd in. Her kes dikare xwedîtî li wan bike, wan biparêze û ne lazim e ku destûr ji bo weşandina wan ji kesî bête xwestin.” (7)

Berî hertiştî, min tu carî negotiye ku ew destûr, program û belge malê min in. Ez dibêjim birayê Zeynelabidîn gava te belgeyek ji derekê girt, divê tu çavkaniya wê nîşan bide. Gelo ji bo çi te belgeyên ji nivîsên min girtine, çavkaniya wan nişan nedaye?!…

Zeynelaabidîn nizane bê ew dê çawa bersiva van pirsên min bide; naxwaze li xwe jî mukur were ku wî ne tenê belge, herweha gelek perçenivîsên min jî bê ku çavkaniya wan nîşan bide ”kopîya” kirine û di kitêba xwe de nivîsandîya. Vê carê jî ew dizwaze rê ji ser meseleya esasî û rastî wergerîne; destûr, program û hinek belgeyên li ser tevgera kurdî dike malê şexsan. Lê dîsa ew çivekê dide xwe, wan dike malê miletê Kurd û bi wî awayî jî dixwaze destdanîna ser ked, xebat û lêkolînên kesîn din ”meşrû” û ”rewa” nîşan bide! Ev jî di warê lêkolînên dîrokî û siyasî de, derece û kûrahiya ”zanebûna” Zeynelabidîn derdixîne holê!

6) Ji bo ku Zeynelabidîn nebêje ku min pirs kiriye, lê Zinar bersîv nadeye û teva ku tu eleqeya wê bi vê meseleyê re tuneye jî, ez ê dîsa pirsa wî ya li ser ku min doza hinek belegeyan ji wî kiriye, zelal bikim.

Gava min xebata li ser PDKTyê amade dikir ku ev xebata min hê jî dom dike, min ji hersê damezrînerên PDKTyê Şerafetin Elçi, Derwêşê Sado û Şakir Epözdemir cihê cihê çend caran ya bi riya telefon, faks û e-nameyan ya jî rast û rast bi axaftina bi wan re li ser damezrandin û bi taybetî li ser dema 1965 -1972an hinek pirs kirine û di vî warî de gelek agahdarî ji wan girtine.  Min ew agahdarî dane ber hevdu û gava min pêwîst dîye, min di dem û tarîxên cihê de dîsa pêwendî bi wan re daniye. Lê gava min ew aghadarî di nav nivîsên xwe de nivîsandine, min ew bi têbiniyan dest nîşan kirine. Bi vê wesîleyê ez dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî wan hersê damezrênerên PDKTyê bikim.

Carekê dîsa ji bo pirsa navên hinek cih, tarîx û agahdariyên li ser civîna Siltan Şêxmûsê min telefonî birêz Derwêşê Sado kir. Ez wê gavê pê hisiyam ku Zeynelabidîn li ser jiyana Derwêşê Sado haziriyê dike. Birêz Derwêş got ku min hemû agahdarî û belge dane Zeynelabidîn û tu bixwaze tu dikare têkiliyê bi wî re deyne. Li ser vê agahdariyê min telefonî Zeynelabidîn kir û ji wî pirsî bê gelo tu belgeyên cihê yên ku li ser PDKTyê ku heta niha nehatine weşandin, di nav wan belgeyên ku birêz Derwêş dane te hene. Eger Zeynelabidîn jî ji min re bigota, ez xebatekê li ser PDKTyê dikim û di vî warî de ez dixwazim ji wan agahdariyên ku te heta niha weşandine û heta dawaza hinek agahdarî û belgeyên din yên ku li cem min hebûna bikira, min dê bi kêfxweşî bida wî. Ez ne çavbarîya vî tiştî dikim û ne jî tîcareta wê.

Zeynelabidîn ji min re got ku ”rast e ez xebatek weha dikim û di nêzîk de wê ev xebat weke kitêb bê weşandin…”

Lê divê ez bi awakî pir vekirî û zelal diyar bikim ku di vî warî de min tu belge û aghadarîyên taybetî ji Zeynelabidîn vernegirtine! Ji xwe gava kitêba Zeynelabidîn derket, min dît ku tu belgeyek PDKTyê ku li cem min tuneye û di vê kitêbê de hatiye weşandin tuneye.

 

Bi vê wesîleyê ez dixwazim bi awakî pir eşkere bibêjim ku ew belgeyên ku min bidestxistine û di vê xebata xwe ya li ser PDKTyê de bi kar anîne (Destûr û Programa PDKT ya pêşî, Îdeanameya doza PDKT ya Antalyayê, kaseta dengê rahmetiyê Saîd Elçî, nusheyek ji berevaniya siyasî ya Şakir Epozdemir û hinek belge û agahdarîyên li ser KAKê û h.w.d) min ji van hersê camerên damêzrîner negirtine.  

 

7) Zeynelabidîn di nîvîsa xwe ya bi navê ”Çend gotin li ser nerastiya nivîsa Şakir Epözdemir” de birêz Şakir Epözdemir bi dozlêvekirina mehkemeyê ”tehdît” dike û weha dinivîse:

 

”Ez bi riya vê malperê hişyarî didim Şakir Epozdemir ku heta mehekê lêborîn ji Zeynelabidin Zinar û ji Raya Giştî ya Kurd bixwaze. Egerna, ez ê doz lê vekim û madî-manewî daxwaza tezmînatê lê bikim.”  

 

Ya rastî ew tiştên ku kevnehevalê min Zeynelabidîn dibêje ez şaş û mat hiştim. Çawa yekî ji doza PDKT-KUKê hatibe girtin, weke gelek welatparêzên wê demê di zîndana wê dewleta kolonyalîst de îşkenceyên hov û dijwar dîtibe, li ser wan îşkence û mahkemeyên kolonyalîst kitêb nivîsandibe (Di Îşkencê de 178 Roj, weşanên Komkar, Kêln, 1987) ; vê carê ew bi xwe bixwaze damezrînerekî PDKTyê bide mahkemeya dewletek weha kolonyalîst?!

Gelo Zeynelabidîn êdî dewleta Tirkiyeyê dewletek kolonyalîst nabîne û mahkemeyên wê jî weke dezgehên dewletek kolonyalîst nabîne? Gelo êdî ew baweriyê bi mahkemeyên dewleta Tirkiyeyê tîne û hêviya adalet û mafê mirovîyê ji van mahkemeyan dike?!

Ya rastî ez ji bo vê helwesta Zeynelabidîn tu gotinan nabînim. Çawa mirovekî xwediyê van serpêhatiyan, pişta xwe bide vê dewleta kolonyalîst û kesekî welatparêz bi mahkemeyên kolonyalîstan tehdît bike! 

 

Li ser metoda nivîskarî û lêkolîneriyê, rexne û gilîyên min jî ji Zeynelabidîn hene. Weke ku min di nivîsa xwe ya berê de nivîsîye û niha jî bi çend numûneyan eşkere dikim ku Zeynelabidîn di beşa li ser PDKTyê ya kitêba xwe de hinek belge û gelek perçenivîsên min ”kopîya” kiriye û bê ku çavkaniya wan nîşan bide, di kitêba xwe de bi cih kirîye.

Nenîşandina çavkaniya belgeyan meseleyeke ehlaqî, etîkî û prensîbên giştî yê nivîskarî û lêkolînerîyê ye. Lê bê ku tu çavkaniya wan nîşan bide, ”kopiya” kirina nivîsek ya jî hinek perçenîvîsên yekî din, hem li dijî ehlaq û prensîbên giştî yên nivîskariyê ne; hem jî xesp û talankirina keda însanekî din e. Loma jî mafê vî kesî heye ku doza vê yekê bike.

Ji bo ku baweriya min weke ya Zeynelabidîn bi mahkemeyên dewleta kolonyalîst tuneye, ez ”mahkemeya” sê nivîskar û lêkolînerên kurd yên xwedî bext û prensîbên giştî yên nivîskariyê û raya giştî ya kurdan ji mehkemeyên kolonyalîstan bi rûmetir û bi edalettir dibînim.  

 

a) Eger Zeynelabidîn hêjî îdea dike ku wî hinek belge bê ku çavkaniya wan nîşan bide û gelek perçenivîs jî ji nivîsên min ”kopîya” nekiriye û di kitêba xwe de bi cih nekiriye; em sê nivîskar û lêkolînerên kurd yên ku bikaribin bi kurdî bixwînin û binivîsin, weke komusyonekê tespît bikin. Bila ew komusyon beşê li ser PDKTyê ya kitêba wî û nivîsên min yên li ser PDKT yên ku di rojnameya Armanc û hinek malperên kurdan de derketine bixwîne, wan bide ber hevdu, encama lêkolîna xwe weke raporekê amade bikin û ji raya giştî re diyar bikin. 

 

b) Dîsa, li gor Zeynelabidîn dinivîsîne, wî hemû risimên ku di pirtûka wî de derketine, ji arşîva birêz Derwêşê Sado girtine. Lê weke ku min di nîvîsa xwe ya pêşîn de jî nivîsîbû, Zeynelabidîn risimê pelê pêşî û pelê dawî yê destûra PDKTyê ya orjînal ku min bi xwe digîtalîze kiriye, ji nivîsên min yên li ser PDKTyê girtiye û çavkaniya wan jî nîşan nedaye.

Weke prensîb, ji bo rastiya vê meseleyê jî derkeve holê, em dikarin van herdu rismên ku Zeynelabidîn di kêtêba xwe de weşandiye û yen ku min di sala 1996an de di rojnameya Armancê û hinek malperên kurdan de derketine biden laberatûrake teknîkî. Weke tê zanîn ew laberatûar dikare esl û feslê wan risiman derxîne û îspat bike ku bê ew eynê risim in ya na. Eger ew risim ji arşîva Derwêşê Sado hatibin girtin, ez dê mesrefê vê lêkolînê bidim, na eger ew risim yên ku min amade kirine derkeve, divê Zeynelabidîn mesrefê wê bide.

Ez di vî warî de sê dezgehên kulturî yên kurdan Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Kitêbxaneya Kurdî û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê weke çavdêr pêşniyar dikim, da ku ew analîz û lêkolîn di bin çavdêriya wan bête kirin.

Li gor van encaman, eger tiştên ku min bi kurtayî li ser kitêba Zeynelabidîn nivîsandine û ji wî pirsîne ne rast dernekevin; ez ji nihade ji raya giştî re diyar dikim ku ez dê doza lêborînê ji Zeynelabidîn û raya giştî bixwazim. Lê eger ew weke ku min nivîsandiye derkeve, divê Zeynelabidîn jî doza lêborînê ji raya giştî bike û dev ji vê metoda bê ku li bejna prensibên giştî yên nivîskarî û lêkolîneriyê naye berde!

Belkî ev bibe destpêka kulturek nû da ku her kes nikaribe weha bi erzanî û bi neheqî li ked û xebatan kesên din xwedî dernekeve…

 

8) Zeynelabidîn di nîvîsa xwe ya navê wê li jor derbas dibi de dinivîse ku ”vî di beşa sisiyan a pirtûkê de, gotineke tenê jî û belgeyekî tenê jî, bê destûr û kontrolkirina Derwêşê Sado nenivîsiye û bi cih nekiriye. Fermo, eger hesabê kî bi vê kitêbê re hebe, bila here bi rêzdar Derwêşê Sado re bipeyive.” Ango ew dibêje ku muhatabê naveroka kitêbê birêz Derwêşê Sado ye.

Ji xwe weke ku min berê jî diyar kiribû ku ez dê di pêş de li ser hinek agahdariyên şaş û nerastîyên di vê kitêbê de hatine nivîsandin jî rawestim. Armanc û hêviya min ev e ku bi vê wesîleyê, hinek quncikên dîroka me ya nêzîk ku zêde ne zelal û tarî ne, rohnî bibin. Bê gûman wê muhatabê wan tiştan jî birêz Derwêşê Sado be…

Stockholm, 2012-06-07

Zinar Soran

——————————————————————————-

Têbinî û çavkanî

(1)     www.netkurd.com (2012-05-08)

(2)     www.rojevakurd.com (2012-05-24)

(3)     www.netkurd.com (2012-05-08)

(4)     www.netkurd.com (2012-04-17)

(5)     www.netkurd.com (2012-04-17)

(6)     Ji bo muqayesa vê perçe nivîsa min, binere:

Armanc, Stockholm, hezîran 1997, hejmar 178.

                 http://netewe.com/node/nivzede.php?id=819

(7)     www.netkurd.com (2012-04-17)

 

Têbiniyek taybetî li ser tarîxa wefata Av. Faik Bucak: Zeynelabidîn di kitiba xwe de tarîxa wefata Av. Faik Bucak 4ê tebaxa 1966 nivîsîye, di nivîsîye xwe ya vê dawiyê de xwestiye vê şaşiyê sererast bike û dinivîse ku Av. Faik Bucak di 4ê temûza 1966an de wefat kiriye…

Li gor agahdariya Serhat Bucak dide, Av. Faik Bucak di 4ê tîrmehê (temûz) de birîndar dibe û di 5ê tîrmeha 1966an seet di 6:30 de wefat dike.

 

————————————————————————————————————————————————

 

ÇEND RÊZ JI ŞAKIR EPÖZDEMIR  Û DAXUYANIYA  DU ŞAHIDAN

Mamosteyê hêja Zinar Soran,

Ez şerm dikim ku carek  din jî li ser vê daweyê ji malperan ra makale rêkim. Ku tu ji kerema xwe van çend rêzan jî dane binê makalaya xwe ezê gelek şah bibim.  

Şakir Epözdemir, Hewlêr -06.06.2012

 

Ez naxwezim vê meseleyê dirêj bikim. 100 salan jî bêjim bê feyde ye. Gava niyeta merivan ne paqij be, meriv  tiştekî laîqê hevalên xwe nebînê, bi xeletîyên xwe nehise, li darê zorê siwar bibe û tenê xeberê xwe bibihîze, tu çi bêjî  bê feyde ye. Min 3 pirs ji wan kir:

1-Pirseke min:  “ We navê PDKT bo çî kirîye PDK-T …?  Ma meriv nikare bêje ; “ Mala te ava ku te navê partiya me anî bîra me.”

2- Min pirs kirîye ka Derwêş çewa dikare bi serê xwe, li dijî destûra Partiyê li Navpirdan min ji Partîyê bavêjê?  Bi ser de jî ew îdea dike ku ez di kongreya Siltan Şêxmûs de hatime avêtin. Gava ez dibêjim piştî Kongreyê Mele Mihemed Efe û Mehmed Emîn Aslan li huzûra Seyid Maşallah Karataş, eşkere kirin ku ez di encama lêpirsîna wan de bêqusur hatime dîtin û wan ez dawetî nav xebata Partiyê kirime; ew dibêjin Mela Mihemed Efe gotîye ku “ Şakir derewa dike”. Mela Mihemed xwedî ujdan e. 

 

Ez  ne bawerim ku wê rojê jibîr kiribe. Lê ku Seyid Maşallah û M. Emin Aslan şadeyîyê ji vê rastîya min ra bidin wê çî bibêjin..! (1) Ev helwest ne etîk e. Ev şoleke bê qûn û bê qanûn e. Di qerekterê Kurdan da tiştekî  waha nayê pejirandin. Ka li dora xwe mêze kin. Zeman çi zeman e. 

3- Zeptên mehkemeyeke eşkere. Daweyeke vekirîyê li hafa çavên hemî kesî. Çewan meriv ifada yekî, berevanîya yekî dike ya yekê din? Bi wê jî qaîl nabin, dibên di eslê xwe da ev ne ya filan û filan û filanane jî,  ev ya partîyê ye. Ka bêjin… Ev  yeka ha çewa çêdibî?… Em bêjin ku Şakir Epözdemir di sıra 2an sayfa 2-3an  Berevaniyeke (bi xebera wan) Dîrokî  kir, ev ifade  çewa di ser 6 kesan da difirê diçe sıra 9an, dikeve pera 7an û ji wê dighêjê Derwêş û Derwêş tê dibe şirîkê ifada min?  Ya muhim û ya ku nivîskarek hîç efû nake ev e ku celsa mehkemeya sala 1968an, roja 29ê Êlûnê ye, ev nîvîskarê xwedîyê 100 pirtûkan dibêje ev berevaniya dîrokî 25.11.1969yê da ji mehkemeya Antalya yê ra hatîye şandin. 

 

(1) Nivîsarên Seyid Maşallah û Mamoste Mehmed Emin Aslan li jêrin:

 

Cewaba Seyid Maşallah Karataş:

Şakirê Bira, 

 

Ew roj baş tê bÎra min. Ez hatim min te anî  ba wan hevalan. Ew weka mifetişên partî ji bona te û Feqi Hiseyn hatibûne Tetwanê.

Raporê te temîz derket. Ji te ra gotin ku tû xetayeke te tine. Eger te bivê tû dikarî carek jî dagerî  nava xebata parti. Ez jibo Xwedê şahidê daxaz û cewaba te me . Te pirsa navên wan kirî ye. Ez Mela Mihemed û Mehmed Emin nas dikim. Heja ji li heyate nê. Selam û hurmetên xwe pêşkêş dikim – 02.06.2012 – bi ê-mêla Ednanê Neviyê min : adnan etkin ………  

 

KARATAŞ – TATVAN

 

Bersîva Mamoste Mehmed Emin Aslan:

Sayın Şakir Epözdemir

 02.06.2012 – Hewlêr  e-mailinize cevaptır.

Sanırım 1973’ün sonbahar mevsimin aylarından birinde (ayı ve günü hatırlamıyorum, fakat Oruç ayıydı.)  TKDP, Sultan Şeyhmus’ta Kongresini yaptı. Bu kongrede Mehmet Emin Aslan, Mela Mehmet Efe ve bir banka memuru olan Hazrolu adını hatırlamadığım soyadı Samancı olan bir arkadaşı, Şakir Epözdemir ve Feqe Hüseyin Sağnıç hakkında bir tahkikat yapmak ve rapor vermek üzere müfettişlik yetkisiyle görevlendirdiler. 

Mehmet Emin Aslan müfettişlik yetkisiyle değil, yargıç yetkisi ve sorumluluğuyla görevlendirilmesini talep etti ve bu koşula görevi kabul edeceğini söyledi. Bu talebini mealen şöyle gerekçelendirdi. “ Parti merkezi; müfettiş yetki ve sorumluluğu ile verdiğimiz raporu, kendine göre yorumlayıp karar verebilir ve önermediğimiz, kabullenmeyeceğimiz müeyyide uygulayabilir. Bu durumda tahkikat heyeti, parti merkezinin bir aletine yani bir nesnesine dönüşür. Bu durumlardan sakınmak için bize yargıç yetki ve sorumluluğu verin”  dedi.  Kongre bu talebi uygun gördü ve bu heyete yargılama yetki ve sorumluluğu verdi. 

Samancı arkadaş sorumluluğunu üstlenmeye ve görevini ifa etmeye yanaşmadı. Bu durumda Mela Mehmet Efe ile Mehmet Emin Aslan tahkikat heyeti olarak Şakir Epözdemir ve Feqe Hüseyin Sağnıç ile ilgili tahkikatını tamamlayıp ve tahkikat sonucunu bir rapor halinde parti merkezine sundular. TKDP arşivini koruyabilmişse bu raporun olması gerekir. Çünkü TKDP’nin hayatında önemli bir olayla ilgili bir durumun raporudur. Raporun kendisinin olması halinde mevcut olayın durumu nesnel ve somut olarak ortaya çıkar.

Bununla birlikte raporun sonuç bölümünde şu tespitleri yaptığımızı anımsıyorum.

TKDP ‘nin merkez komitesi tarafından ve TKDP’nin merkez komitesi üyesi olan Feke Hüseyin Sağnıç ile Şakir Epözdemir TKDP ile T-KDP ya da Said Elçi ile Said Kırmızıtoprak (Dr. Şivan) arasında diyalog sağlamak üzere görevlendirilmiştir. 

Feke Hüseyin Sağnıç üstlendiği siyasi görevini ifa etme yerine Sait Kırmızıtoprak’ın yönlendirmesi doğrultusunda hareket ettiğini, TKDP ve Said Elçi’ye karşı suçlu olduğu tespit edildi. Ancak tahkikat sürecinde TKDP’nin ilgili olaya yaklaşımının, siyasi refleksinin ve tutumunun gevşek/kayıtsız davranış içinde olduğunun da tespit edildiğinin ve bunun büyük bir kusur olduğunun ve bu kusurun da yaşanan olayda niyetinden bağımsız olarak vahim payı vardır.  Onun için yani Parti’nin bu kusuru dikkate alarak Feke Hüseyin Sağnıç’a maddi bir müeyyidenin uygulanmaması ancak halen parti üyesi ise partiden ihraç etmesi ve parti dostu ve çevresi olarak mütalâa edilmemesidir.

Şakir Epözdemir’in ise herhangi bir sucu ya da art niyeti tespit edilmemiştir ve soruna samimi yaklaşmıştır. Şakir Epözdemir’in eksikliği ise görevine siyasi refleksle yaklaşmakla birlikte ve bundan daha ziyade güvene dayalı yaklaşmıştır. Tarafımızdan TKDP’ye; Şakir Epözdemir’e  Partiye dönmesi ve bir partili olarak siyasi faaliyetini sürdürmesi teklifinde bulunulması önerilmiştir.

TKDP’nin de bu gevşek siyasi davranıştan kendini arındırması ve aşmasına ihtiyaç olduğunun ve bunun için de siyasi refleksinin ve tutumunun reorganizasyonu önerilmiştir.

 

Saygılarımla 

3.6.2012. Amed,  Mehmet Emin Aslan

 

 

 

Back to top button