Polîtîk

Madem Ocalan îrada weye, berjewendiyên xwe nedin pêş

Rawêşkarê siyasî yê serokwezîrê Tirkiye û kesayetek kudi  pêvajoya siyasî de xwedî rolek girîng,Yalçin Akdogan di derbarê pêvajoya nû de axivî.

Yalçin Akdogan di axvtina xwe de hinek tiştên balkêş gotin û herweha bala hinek kesan bê ku nav bide kişand.

Akdogan got: Herkesê ku çareseriyê bixwaze divê bi hisên fedekarî hereket bikie.Di vê yekê de ez û tu navê ku hebê.Nabe ev pirs wek pirsa hinek kesayetan bête dîtin. Divê herkes daxwaziyên xwe yên kesayetî bidin aliyekî û ji bo encama pêvajoyê bifikirin.

Akdogan ji rojnama Huriyetê li gel Metehan Demîr axivî û ev daxuyaniya balkêş da. Akdogan da xuyakirin ku, divê mirov bi hev tê bigihe bi zanyarî vê pêvajoyê rêve bibe.

Di vê derbarê de Yalçin Erdogan got:“Serokwezîrê me bi cesaretek mezin nîşan da û ev pêvajo destpêkir.Di vê pêvajoyê de kesek winda nake.Di encamê de Tirkiye serdikeve, wê 76 milyon insan serbikevin. Heta niha digotin  ji bo çi ev pêvajo destpênake? Destpêkir.Hevdîtinên li gel Ocalan destpêkir. BDPê dixwest beşek yê pêvajoyê be, welê bû.

Akdogan dibêje: Divê parlementer bi dezgehî bifikirin.Polemîkên siyasî ne başe.Ew kesên heta duh digotin Ocalan îrada meye û her tişt Ocalanve girêdidan, îro xwe wek bingeh bidin nîşandan xeletiyê dikin.Ev dibêjim bila her parlementerek yê BDPê bi tevahî bifikire û ev qabîliyeta wan heye.

 “ Ji berî her tiştekî berpirsiyariya siyasi ya vê pêvajoyê li ser milê Hukumetê ye. Ji bo  Hukumet bigihe armanca xwe bi zîzî karê xwe dike. Divê pişgiriyek ya girsehî ji vê pêvajoyê r epêkwerê. Ez bawerim çikas pêvajo pêş bikeve ew kesayetên ku dengên  nerênî dertêxin dê kêm bibin.“

Back to top button