Macron:Qebûlkirina agirbestê “biryara herî baş” bû.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya xwe ji bo agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de nîşan da û got ku, ji bo ku ewyek berdewam be, divê Libnan jî di nava peymana agirbestê de be.
Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê fermî li ser platforma “X” ragihand ku wî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizikşiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn.
Wî got, “Pabendbûna bi agirbesta li Lubnanê re jî şertek pêwîst e ku ew berdewam be.”
Macron got ku biryara herdu aliyan a qebûlkirina agirbestê “biryara herî baş” bû.
Serokê Fransayê got ku ev gav divê rê li ber danûstandinên berfireh veke da ku ewlehiya hemû kesan li Rojhilata Navîn biparêze.
Macron li cîhek din axivî û tekez kir ku her rêkeftineke pêşerojê divê bersiva fikarên li ser bernameyên nuklerî û balîstîk ên Îranê, siyaseta herêmî ya Tehranê û astengkirina keştîvaniyê li Tengava Hurmuzê bide.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku welatê wî amade ye ku rola xwe di avakirina aştiyeke xurt de bilîze û bi serokên Qeter, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Lubnan û Iraqê re hevdîtin pêk aniye.
Her çend Washington û Tehran li ser agirbesteke du-hefteyî ya bi navbeynkariya Pakistanê li hev kirine jî, Îsraîl red dike ku şer li Lubnanê rawestîne û Îran vekirina Tengava Hurmuzê bi hebûna Lubnanê di agirbestê de ve girêdaye.


