Cîhan
Macron: Divê Alexander Lukashenko li desthilatê nemîne
Serokê Fransa piştgiriya rikeberên Rûsyaya Spî dike û dibêje: Çi rêyek li ber Alexander Lukashenko nemaye ji bilî dev jê berdana li desthilatê.
Emanuel Macron Serok Komarê Fransa dibêje: “Li Rûsyaya Spî qeyrana desthilatê heye. Serokê wî welatî serkutkare, tu demekê bawerî bi demokrasiyetê nîne û bi hêz dest daniye ser desthilata welat de.”
Alexander Lukashenko ku demeke dirêje li desthilatdaye, ji aliyê hêzên rikeberên welat ve bi sextekarîkirina li encama hilbijartinan ve tê tometbar kirin. Di demek ew ku bi “Dîktatorê dawî yê Ewrupayê” jî tê bi navkirin, amade nîne daxwaziyên xwepêşanderan qebul bike ku ji bilî bi cîh hiştina desthilat daxwaza dûbarekirina hilbijartinan û ya bi çavdêrên navdewletî jî red dike.