Fermanbereke Neteweyên Yekgirtî li Kerkûkê hate kûştin

Fermanbereke ser bi Neteweyên Yekgirtî li nava Firokxaneya Serbaziya Kerkûkê bi kêran hate kûştin.

Felah Baycî Qaymeqamê Navendî ya Kerkûkê ragihand, êvariya roja şemî 26.09.2020 pizîşkeke Filîpînî ku li Baregeha Neteweyên Yekgirtî kar dike, li nava Firokxaneya Kerkûkê bi kêran hate kûştin.

Li gor qaymeqamê bajar lêkolîna rûdanê berdewame, lê belê heta niha zanyariyeke rast di derbarê kûştina wî de nehatiye zanîn û hîç kesek jî li ser wê tawanê nehatiye destgîrkirin.

Doktor Ronald Santose ku bi kêran hatiye kûştin xelkê Filîpînê ye û li gel şanda Neteweyên Yekgirtî ya ji bo hevkarîkirina Iraqê kar dike.

Nerîna min :