Polîtîk

Lûtkeya Erebî li Bexdayê: Banga rawestandina xwînrijandina li xezeyê hate kirin

Lûtkeya 34an a Welatên Ereb, bi beşdariya 20 serok, wezîr û nûnerên welatên Ereb û bi mêhvandariya Serokwezîrê Spanyayê, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Kendavê û hejmarek nûnerên din ên welatan, li Bexdayê hat lidarxistin.

Di lûtkeyê de kêşe û aloziyên navçeyê, bi taybetî pirsa Xezze, Sûriye, kêşeyên Libnanê, êrîşên Îsraîlê, rewşa Yemenê û çend mijarên din ên girîng ên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Daxuyaniya Dawî ya Lûtkeya Bexdayê

Piştî pêşkêşkirina gotarên beşdaran, daxuyaniya dawî ya Lûtkeya Welatên Ereb li Bexdayê hat ragihandin. Di daxuyaniyê de xalên sereke wiha ne:

– Bang li civaka navdewletî û Erebî hat kirin ku fişarê bikin ji bo rawestandina xwînrijandina li Xezeyê.

– Bi tundî redkirina koçberkirina bi zorê ya niştecihên Xezzeyê hat destnîşankirin.

– Pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê hat tekezkirin.

– Hat gotin ku armanca lûtkeyê yekxistina hewldanan û parastina berjewendiyên gelên navçeyê ye.

– Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin.

– Ji bo rewşa Sûdanê jî banga dîtina çareseriyeke siyasî ya bilez ji bo bidawîanîna nakokî û pevçûnan hat kirin.

Back to top button