Civak

Lîsteya 36 partiyên ku wê bikevin hilbijartina 14’ê Gulanê hat eşkerekirin

Dezgehê Bilind a Hilbijartinê (YSK) îro ji bo diyarkirina partiyên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin û plansaziya pêvajoyê bike li hev civiya. Serokê Giştî yê YSK’ê Ahmet Yener, beriya civîna Komiteya Giştî ya ji bo Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina parlementoya Tirkiye, li ber deriyê avahiya YSK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Yener got, “Rojeva îro ya civîna me ewe ku, dê lêkolîneke ji bo diyarkirina partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin bike. Dema lêkolîna me bi dawî bû em ê we agahdar bikin.”

Piştî civînê daxûyaniyek hat dayîn û eşkere bû ku, dê 36 partî tevlî hilbijartina bibin. Demê hilbijartina 14ê Gulanê navbera demjimêr 08:00-17:00 hatin diyarkirin.


Piştî civînê Serokê YSK’ê Ahmet Yener li ber kamerayan daxuyanî da û got, “Navê partiyan wê weke lîste bi raya giştî re bên parvekirin.

Navê Partiyên ku bikaribin tevlî hilbijartina bibin:

Partiya Yekîtiya Edaletê
Partiya Edaletê
AK Partî
Partiya Welat
Partiya Tirkiyê ya Serbixwe
Partiya Yekîtiya Mezin
Partiya Tirkiyê ya Mezin
Partiya Gel a Komarî
Partiya Demokrasî û Pêşketinê
Partiya Çep a Demokratîk
Partiya Demokrat
Partiya Karker
Partiya Pêşerojê
Partiya Ciwan
Partiya Yekîtiya Hêzê
Partiya Maf û Azadiyan
Partiya Rizgariya Gel
Partiya Demokratîk a Gelan
Partiya Doza Azad
IYI Partî
Partiya memleket
Partiya Netewe
Partiya Tevgera Neteweperest
Partiya Rêya Neteweyî
Partiya Saadetê
Partiya Çep
Partiya Guhertina Tirkiyê
Partiya Karkerên Tirkiyê
Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê
Partiya Komunîst a Tirkiyê
Partiya Welat
Partiya Refahê dîsa
Partiya Nûbûn
Partiya Tirkiyeya Nû
Partiya Keskan û Partiya Pêşerojê ya Çep
Partiya Serkeftinê

Back to top button