Polîtîk

Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî li pêş e

Di vê derbarê de jêderekî agahdar ji PNA re da xuyakirin, ku Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî di deverên Şingar , Zummar û Şêxan de serkevtinekî dîrokî bi dest ve anîye. Herwisa jêderê ragihand , ku berbijarê lîsta hevpeymanîya Kurdistanî Endazyar Muhemed Cemşîd Şebek korsîya kota ya ji bo şebekan li parêzgeha Mûsilê ve bi dest anîye. Her di derbarê encamên seretayîyên hilbijartinan de ragihand ku, lîsta hevpeymanîya Kurdistanî di parêzgehên Duhok û Hewlêrê de piranîya dengan bi dest ve anîye û li pişîya hemê lîstên din dihêt. Evî jêderê han herwisa ragihand , ku lîsta hevpeymanîya kurdistanî di bajarên Zaxo , Akrê û Amêdî de piranîya dengan bi dest xwe xistîye.

 

 

Back to top button