Jinên kurd: Jin jîyan azadî

Diyarbekir – 8-ê Adarê roja jinên cîhanê,li Diyarbekir jî bi girsehî hate pîroz kirin. Bi hezaran jin li ber Deriyê Çîyê kom bûn û berê xwe dan meydana xwepêşandanê. Bi diruşma “ Jin jîyan azadî“ gihan meydana xwepêşandanê.

Dema jin gihan meydanê polîsên jin li wan geran û roja wan ya jinan pîroz kirin û gul dan jinên kurd. Jinên kurd jî bi zimanê kurdî spasiya polîsên jin kirin.

Jinên Kurd bi coşek mezin roja xwe pîroz kirin.

 

Nerîna min :