Li Zanîngeha Muşê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî

YÖK (Saziya Perwerdeya Bilind) serlêdana Zanîngeha Muşê ya ji bo vebûna beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bersivekî erênî da û pejirand.
Rektorê Zanîngeha Muşê Prof. Dr Nihat Înanç di daxuyaniya xwe de diyar kir ku YÖK serlêdana Zanîngeha Mûşê pejirand û di bin Fakulteya Fen ya Edebîyatê de bi asta lîsansa 4 saliyê ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi awayekî erênî bersiv da.
Prof. Dr. Înanç da zanîn ku emê ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mamostayên lêkolîner bigrin û emê lîsansa berz û doktorayê wan amade bikin. Piştî bidestxistina krîterên akedemîk emê pejirandina serlêdanên xwendakaran jî bigrin.
Prof. Dr. Înanç diyar kir ku ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, bi Başurê Kurdistan, Îran û Fransayê re têkîliyên xwe daynin.
Li zanîngehên Tirkiyeyê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî cara yekem di binyata Zanîngeha Muşê de tête vekirin.