Cîhan
Li Yunanîstanê yekemcare Serok Komareka jin hate hilbijartin
Parlementoya Yunanîstanê Ekaterini Sakelaropulu bi zorîneya dengan weku Serok Komar hilbijart û eve jî di diroka Yunanîstanê de bû yekemîncar ku Serok Komareka jin bê hilbijartin.
Parlementoya Yunanîstanê îro hilbijartinek encam da û 300 parlementer bi 261 dengan xanina yasanas Ekaterini Sakelaropulu ji bo pênç salan weku Serok Komara Yunanîstanê hilbijart.
Li gor vê encamê Ekaterini Sakelaropulu 13 adarê bi awayeke fermî wê posta Serok Komariyê werbigre.