Nivîsar

Li xema Rojava da

Hevsoziya li navbera zarokên yek neteweyê da bi taybetî neteweyekî dabeş û mexdurê destê cografya û siyasetê berî wê yekê ku hizr û hişyarî bê, heste. Hesteke ku li deruna her zarok û gedeyeke şîr helal da beramber hev zimanê xwe, ji xwe de ve direxsê û dijî û bi hîç qiloçek rihê wê nayê kişandin. Xwînek bi demarên wê hest û întîmayê da digerê ku zehmete bibê bi av.

Ew dem jî ku ev hizir û hest li asta sazî berpirsiyaran da, dibin palnerê bihanaveçun û derbasbûna ji sînoran. Wateya wê ewe li ajanda û bîra biryar bi destên wan damezraweyan da, pabendî bi wan hest û hizre, bername û erke. Her eve jî dibê çavkaniya wê bawerî û piştgermiya take kesên her gelekê li tengasiyê da, li tirs û kûştina bi tenêyî û bêkesî diparêze.

Her Kurdistaniyek bi vî awayî li bîra wane ku Pêşmerge bi alîkariya Kobanê ve çûn. Raste hêzekî bi hejmar kêmbûn, lê belê bi wî hemû dilê germ û derunê bextewer û şad û pir bi moral hemû aliyeke Kurdistanê ve li gel hengavên Pêşmergeyan da berev Kobanê birêvebûn. Ew hêza biçûk wekî mezintirîn leşkerê cîhanê xwe nîşanda.

Ew dem neku her lutkeya bilindbûna hest û hevpiştiya neteweyî ya Kurdistaniyan bû, belku demên bêdengî û xwe kerkirina sînoran jî bû beramber balgirtina hestê hevbeş ya zarokên neteweyek ku zehmet bû rê lê bê girtin.

Hevderd û xemxurên bira pişt herdem li tengasiyan da serderdin, herdem li jan û êşan da dest didin dest ku General Mezlum Kobanê radigihîne Serok Nêçîrvan Barzanî bi alîkariya wan ve çûye û li berengarbûna şewba Korona da, hevkariya tendirustiyê ji bo wan şandiye, aramî bi derûna her Kurdekî digihîne ku li vê êşê da dilgiraniya hevzimanên xwe ye bi taybetî Kurdên perçeyê biçûk û kêmdestê Rojava de.

Ew dema Mezlum hemû aliyek piştrast dike ku Serokek ji bilî Serokatiyê û li nêzîk ve çavdêriya edaya damezraweyên herêma xwe (dûrî li behskirin û propaganda) zarokên Rojava jî li bîra wî ye.

Ev bihanaveçûn wateya xwe ya sembolîk da, piştrastkere û dilfirehiyeke mîllîye û ji me re dibêje: Dawiyê de wêneya rastîn û resenê neteweya me, berev pêkvebûn û bi çûna hawara heve, her berevajiyeke dinê vê dîmenê camêraneye. Wêneyekî resen û reng û rûyê me rastîn pêktîne.

Hevkariya Serok Nêçîrvan Barzanî renge kêmbê, lê belê her wekî hêza bi hejmara kêm û bi wate ya mezina Pêşmergeye ku bi alîkariya Kobanê ve çû, berfirehtirîn piştevaniya me’newî û peyama hevpişta neteweyî ya hemû Kurdistaniyan li gel daye. Peyamek dûbare bi Kurdên Rojava re dibêje: Hûn ne bi tenê ne û nayên ji bîr kirin.

Aryan Ferec

Back to top button