Polîtîk

Radestkirina Selîmî binpêkirina yasaya penaberî û ehlaqa neteweyiye

Navenda Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê ku navendeke çalakiyên siyasî ye û ji akademisyenên Kurdistana Îranê li derveyê welat pêkhatiye, li beyannameyek da di derbarê dosyeya Mistefa Selîmî de ji bilî şermezarkirin û rûreşkirina rûdanê li daxuyaniyê de dibêje: “Girtin û radestkirina Mistefa Selîmî li gor yasayên navneteweyî wekî binpêkirina mafê penaberan tê hejmar kirin ku eve hîç peywendiyekî bi dosyeya berê ya wî kesî ve nîne.

Her wiha daxuyaniyê de dibêjin: Her bi vê yekê ev kirdar nikarê çi hêcetên din derbixe ku nav bihurî ji aliyê Asayîş û karbidestên hizbî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê be bi bê hebûna parêzer û dakokî kirina li mafên wî bixin ber mirinê. Her wiha ev radestkirin bi berevajiya exlaqê hevpeywendiya neteweya Kurd ya li navbera beşên dinê Kurdistane. Ev radestkirin ji hev veqetandina sînorên Kurd bûn ku eve jî li berjewendiya yek ji dagîrkerên Kurd û Kurdistanê ye. Ev kirdar li berjewendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da nîne û dibê sedema wê yekê ku bandoreke xerap li ser pêgeha Kurdbûn û berpirsiyariya wî hikûmetî li beramber Kurdên perçeyên din da dibe.

Back to top button