Amerîka: Çîn xiyanetê li cîhanê kiriye
Rojnameyên Amerîka Çînê bi “xiyanet kirin”ê beramber bi cîhanê tometbar dikin.
The New York Times nivîsiye: “Belgeyeke eşkere û bawerpêkirî heye, li navbera lêkolîna dûr û dirêj ya Zanîngeha Saws Hamton ya Brîtanya ku eger Çîn berî sê heftiyan kar bikira li kêmtirîn rewşê da % 95ê veguhestiniyên şewba Koronayê dikaribûya kêmtir bûya”.
Li gor rapora New York Times ku roja 12ê nîsanê belav bûye dibêje: Heta 40 rojan Xi Jinping Serokê Partiya Komunista Çînê zanyariyan di derbarê vê şewbê de belavnekiriye û veşartiye. Hemû jî li rêya wê çavdêriya berfireha ku dewlet sepandiye, li navbirina wan hûrgiliyan hebûn. Her wiha veşartina zanyariyan û bi tawankirina wan kesên ku axaftine kir û serniqumkirina wan kesan ragihand.
Her weha dibêjin xelkê Çînê êdî nabê bi tenê rawestin û nabê û bitirsin. Kovara Time jî dibêje: “Bi navê rûbirûbûna demokratiyet û mafê mirov li Çînê, pêwîste civaka navdewletî hevhelwest bê li gel gelê Çînê ji bo bi destxistina eşkerekirina wan hemû veşartiyên di derbarê nexweşiya Korona de nîşan daye.”.