Civak

Li Xaneqînê di navbera leşkerê Îraqê û pêşmerge de pevçûn

Jêdereke leşkerî a pêşmergeyên Kurdistanê  ragehand ku, îro roja çarşemiyê pevçûnek di navbera pêşmerge û artêşa Îraqê de li Xaneqînê derketiye.

Jêdera pêşmergeyan ji Xendanê  aşkira kir ku dema hêzek ji artêşa Îraqê berev navçeya Neftçî a ser bi Xaneqînê ve diçûn, hêza pêşmergeyan li hemberê derket û piştî pevçûnê leşkerên wê komê hatin girtin û bêçekkirin.

Jêdera pêşmergeyên Kurdistanê da zanîn ku gava ew hêza artêşa Îraqê ji cihê xwe yê asayî liviya, hêza pêşmergeyan neçar man li hemberî wê hêzê rawestin û piştî pevçûnê ew  leşekrên îraqî hatine girtin.

Li gor zanyariyên Xendanê, piştî ew koma artêşa îraqî hatiye girtin, peywendiyên Hewlêr û Bexdadê çê bûne û piştî ku ew kom bêçek kirine, radestî baregeha artêşa Îraqê kirine.

Tê zanîn ku navçeya Xaneqînê, ji aliyê birêvebiriyê ve, ser bi Wîlayeta Diyalayê ye û pêşmergeyên Kurdistanê jî asayîşa wê diparêzin. 

Back to top button