Civak

Li Wanê pevçûn: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Wanê di navbera du grûbên dijminê de li ber nexweşxaneyekî taybetê pevçûnek derket û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan 6 kes jî brîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Nexweşxaneya Medical Park ya li ser rêya Kaleyê her du grûb hatin ba hev û piştî gengeşiyên bitundî pevçûnekî bi çek destpêkir û kesên bi navê Bedir Uzunyol, Yavuz Uzunyol û Hakan Akboğa jiyana xwe ji dest dan.

Brîndarên bi navê Ahmet Uzunyol, Salih Karadeniz û Îsmet Çekîcî jî bi awayekî giran li nexweşxenayê Dewletê ya Wanê di bin tedawiyê de ne

Hate zanîn ku Mumessîlê Tibî yê Hakan Akboğa ji bo peywirdariyê hatiyê Wanê û di dema pevçûnê de ji cihê bûyerê derbas bû û ji çekê gruban guleyekî dikeve serê Akboğayê.

Back to top button