Polîtîk

Li Mêrdînê çawişek tirk hat kuştin

Hate diyar kirin ku li navçeya Mêrdînê Kerboranê çawişekî pispor di êrîşek çekdarî de bi awayekî giran brîndar dibe. Çawişê pispor dema rakirina nexweşxaneya Dewlet ya Kerboranê li ser rêya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Bûyer li navenda nevçeya Kerboranê li ber avahiya Telekomê seat di 17.00’an de pêk hatiye. Erîşkarê nenas li ser çawişê pisporê bi çekê otomotîkê gulle dibarîne û piştî gullebaranê çawişê pispor jiyana xwe ji dest dide û 3 kes jî brîndar bûn.

Her 3 brîndar ji nexweşxaneyê Dewlet ya Kerboranê re hatin rakirin û ji bo girtina erîşkar jî operasyonekî berfireh dan destpêkirin. Çawişe pispor tevî mudaxeleyan nehatiye rizgarkirin.

Dozgerê Komar yê Kerboranê li cihê bûyerê lêkolînek kir û da zanîn ku heta niha diyar nebûye ku ji ber çi bûyer hatiye qewîmin.

Back to top button