Civak

Li Urmiyê dermanekî metirsîdar ji bo Korona bikartînin

Birêveberiya Xorek û Dermanê ya Parêzgeha Urmiyê di derbarê belavbûna cûreya maddeyekî dijî şewbê li bazarên vê parêzgehê hişdariyê dide û dibêje bikaranîna dermanê dibê sedema mirin yan ji dest dana bînahiya çavan.

Birêveberiyê ragihandiye maddeyekî dijî şewbê ya bi navê Pars Alkol li bazarên Urmiyê da hatiye belavkirin ku rêjeya Etanol zêdetir li asta standarde û eger ber pêst û çermê her kesekê bikevê, çav yan canê xwe ji dest dide.

Li ser şûşeyê maddeyê paqijker nivîsiye, sedî 96 Etanol têda heye, lê belê li gor daxuyaniya Birêveberiya Xorak û Dermanê Parêzgeha Urmiyê, li taqîkirinan da derketiye ku rêjeya Etanol li nav vê cûre maddeyê dijî şewbê ye sedî 97.1, ji bo wê yekê madde jehrawîye û li rêya pêst û çerm ve diçê nav laş û cesteyê mirov.

Back to top button