Polîtîk

Baregeha Barzanî sersaxiyê li malbata Cigerxwîn kir

Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo malbata xwedê jêrazî Keyo Cigerxwîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya Keyo Cigerxwîn kurê Cigerxwîn ê şaîrê navdarê Kurd gihîşt me ku li welatê Swêd ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye. Sersaxî û hevsoziya xwe ji bo malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî Keyo Cigerxwîn radigihînîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Baregeha Barzanî
27.03.2020

Back to top button