Cîhan

Li Ukranya Rojên Adarê

Bi beşdariya xwendevan û rewendên kurdan li welatê Okraniya, çalakiyake bîranîna rojên Adarê yên bo kurdan bi nirx hat pêkanîn.

Li gora nûçeya PNA, ev çalakî di roja çarşema bûrî li 16 Adarê li bajarê Xarkovî li Okraniya hat sazdan, tê de roja bi êş ya komkûjiya Helebçe, roja raperîna Başûrê Kurdistan, roja serhildana Rojavayê Kurdistan û bîranîna ji dayîkbûna rêberê Kurd Mistefa Barzanî hatin bîranîn.

Li despêka dêrendazê de, bi deqeyek rawestîn bo şehîdên Helebçe û şehîdên Kurdistanê hat despêkirin, piştre çend dîmenên video û wêneyên dêkometarî li ser karesta Helebçe û ser serhildana Qamişlo hatin pêşandan, bi dirêjî behsa kîmyabarana Helebçe ya ji aliyê rejîma Be`s a Iraqê û raperîna Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Piştre behsa rola girîng ya xebata Barzanî hat kirin ku hemû qonaxên dîrokê de kesayetiyên weha têde derdikevin.

Li dawî de amadebûyan bi çend witar û axaftin helbest beşdariya xwe di evê çalakiyê de kirin, û soza xwe piştrastkirin bo biyekrêzî û yekbûna meletê Kurd û parastina deskeftiyên bi nirx yên Kurdistanê.

Back to top button