Civak

Erebên Şengalê daxwaza hêzên pêşmerge dikin

Îro hijmareke zêde Şîniyên Ereb û Serok Eşîretên Ereb yên ku, derdora Devera Şengalê de jiyan dikin daxwaz ji hêzên pêşmerge kirin ku, li Deverê de bi cîh bibin û ewlekariya Deverê biparêzin jiber ku, Artêşa Îraqa federal nikare ewlekariya vê Devera han weke hêzên pêşmerge biparêze.

Şînî û Serok Eşîrên han eşkere kirin ku, piştî hilweşandina rejîma Sedamê û bicîh bûna hêzên pêşmerge li wan Deveran rewşa ewlekariya wan Deveran gelek başe lewre naxwazin ku, ev rewşa han aloz bibe lewre daxwaz dikin ku, hêzên pêşmerge li Deverê bimînin.

 

(Kurdistantv)

Back to top button