Li tixûbên Wan û Îranê termê 7 penaberan dîtin
Li tixûbên di navbera bajarê Wan û Îranê de agahiyek hatiye belavkirin ku 13 penaber ji sermayê req bûne û jiyana xwe ji dest dane.
Piştî piştrastkirina agahiyan li navçeya Çaldirana bajarê Wanê ya tixûbên di navbera Wan û Îranê de li roja 13.03.2020 termê 7 penaberan hate dîtin ku ji sermayê req bibûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor zanyariyan ew penaber ji welatê Efxanîstan, Pakîstan û Suriyê ne û tê pêşbînîkirin ku ew Surî jî Kurdin. Ji bo lêkolînê termê wan 7 penaberan ji bo saziya Dad Pizîşkiya bajarê Wanê hatine veguhestin.
Li gor zanyariyên ku belavbûne li 08.02.2020 agahiyek dane Fermandeya Jandarma ya Çaldiranê ku 13 penaber bi qeçaxî derbasî bajarê Wanê bûne. Piştî lêkolînên ku hatine kirin 13.03.2020 dan karîne tenê termê 7 kesan peyda bikin.