Civak

Şitlên hinarên Zîvzîkê û fisteqa Sêrtê li Bedlîsê diçînin

Şitlên Hinarên Zîvzîkê ya li navçeya Xesxêr(Perwarî) û şitlên fisteqa Sêrtê ku bi nav û denge, li bajarên Bedlîsê tê çandin û ji Bedlîsê jî li ser bajarên Wan, Agirî û Muşê têne belavkirin.

Dr Mine Pakyurek Peymangeha Çandinî ya Zanîngeha Sêrtê daye zanîn ku ji berê de şitlên Hinarên Zîvzîkê û Fisteqa Sêrtê li bajarên dinên Bakûrê Kurdistanê belav dikin. Niha ji bo kezaxkirina darên Hinarên Zîvzîkê jî cotkarên Bedlîsê têne perwerdekirin.

Her wiha didin zanîn ku ji bo ku bikaribin berhemeke baş ya Hinaran bi dest ve bînin, pêwîste li qonaxên avdan û kezaxê de jî bi hişyarî û bi zanyarî kar bêne kirin. Li Bedlîsê jî zêdetir li navçeya Xîzanê têne çandin, ji ber ku rewşa keşûhewaya Xîzanê ji bo darên hinarên Zîvzîkê û fisteqa Sêrtê gelek guncave.

Back to top button