Keçikeke 17 salî ya Brîtanî ku ji bo geştiyariyê hatibû Marmarisê, laşê wê li bexçeyekî de bi kêran birîndarkirî hate dîtin.
Dwaine Ward a 17 salî geştiyara Britanî ji bo bîhnvedanê hatibû qezaya Marmaris a bajarê Muglaya Tirkiyê, bi kêran birîndarkirî hate dîtin. Ward a birîndar gihandin nexweşxaneyê lê heta niha jî metirsiya jiyana wê heye.
Dwaine Ward doh demjimêr 07:30 an de li taxa Tepe, kolana 50 an de li bexçeya malekî de, bi awayeke rût û tazî û birîndar hate dîtin. Li ser laşê Ward li pêş û paş derbên kêra hatibû dîtin, keçika 17 salî gelek xwîn wendakiribû.