Serokwezîr guh da xelkê Duhokê
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li tevî hemû wezîrên xwe li bajarê Duhokê bûn. Nêçîrvan Barzanî civîna hukumetê li bajarê Duhokê kir û herweha derket nava bajêr û li gel xelkê Duhokê axivî. Guhê xwe di destê yekem de da xelkê û herweha xelkê karî gilî, gazin û daxwazin xwe ji serokwezîrê Kurdistanê re bêjin.
Herweha di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.
Di civînê de ku, Temer Remezan waliyê Duhokê jî amade bû, serokwezîr got ku, pêştir biryar hatibû dan ku, civîna civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê li bajarê Duhokê bê saz kirin û ji nêzîk ve gudariya arîşe û pêdawîstiyên bajêr bê kirin û ji bo çareserkirina wan mekanîzmeke minasib bê dîtin.
Mijara yekem a civînê li ser pirsa heqê herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqa federal li gor qanûna diyarkirin û wergirtina pereyê herêma Kurdistanê ji dahatiniyê Îraq federal a jimara 5 a sala 2013ê ya parlamentoya Kurdistanê ku ji aliyê wezîrê samanên xwezayî ve hatibû pêşkeş kirin, bû.
Hukumet li Duhokê civîya
Ji bona cîbicîkirina wê madeya qanûna parlamentoya Kurdistanê, bi awayekî fermî pereyê wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê hat diyar kirin û ket ber destê beşdarên civînê. Bi vî awayî civta wezîran ew madeya qanûna parlamentoya Kurdistanê cîbicî kir û komîteyek ji wezaretên peywendîdar pêkanî ji bo timamkirina rêyên qanûnî û bidestxistina mafên darayî li gor bend û madeyên qanûna li jor hatiye diyar kirin.
Di civînê de waliyê Duhokê raporteke li ser arîşe, kêmasî û pêdawîstiyên Duhokê di warê xizmetgozarî û îdarî de pêşkeşî civînê kir. Waliyê Duhokê di rapora xwede bi tyabetî behsa warên budceyê, şorkirina desthilatên îdarî ji saziyên jor û bo yên jêr, pirsgirêda zeviyên çandinê û çend daxwazên din yên di warê tûrîzmê de kir.
Li dor pirsa erd û zeviyan, serokwezîr biyar de ku, civîneke taybet ya civata wezîran li ser wê pirsê bê saz kirin û pirsa erd û zeviyan û bi taybetî zeviyên çandinê di demek kurt de li hemû wîlayetan bê çareser kirin.
Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, rotîn û gîrûbûna karûbar û miamileyên rojane yên hevwelatiyan li fermangehên hikûmetê arîşe dirustkiriye û bêzarî û dilgiranî li ba hevwelatiyan çêkiriye. Divê hemû sazî û fermangehên hikûmetê bi awayekî cidî giringiyê bi biçûktirîn karûbarên hevwelatiyan bidin û bi awayekî lezgîn û bi kêmtirîn rotîn birêve biçin. Serokê hikûmetê got jî ku, yek ji karên pêşîneyên hikûmetê baştirkirina sîstema îdariya herêma Kurdistanê ye.
Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser şorkirina desthilatên îdarî ji saziyên jor bo yên jêr kir û got ku, bi wî awayî dê karûbarên rojaneyên hevwelatiyan baştir birêve biçin. Ehmed herwesa tekîd li ser geşepêdana herêman û zêdetir xizmetkirina wîlayetan di meseleya diyarkirina budceyê de li gor taybetmendiyên her wîlayetekê kir.
Di dawiya civînê de biryar hat dan ku, komîteyek bê pêkanîn û hevahengî digel hikûmet û weîlayetan arîşe û pirsgirêkên hevbeşên navbera wîlayetan de destnîşan bikin û çareseriyan jê re pêşniyar bike.