Li Suriyê, wê Tirkiye û Îran pêkve kar bikin

Ali Riza Bikdeli Balyozê Îran li Enqere, li avahiya Navenda Aştiya Rojhilata Navîna Navdewletî (IMPR) di derbarê hilbijartinên Serok Komariya Îranê û li encamê de hilbijartina Hasan Ruhanî û encamên hilbijartinên Îranê û bandora siyaseta Îranê ya li derve nirxand û bersîva pirsiyarên beşdarvanên civînê da.
Bikdeli di derbarê siyaseta derveya Îranê de da zanîn ku ew dixwazin li gel hemû welatên cîranên xwe pêwendiyeke baş pêkbînin û armanca wî ya serekî ewe ku li siyaseta Suriyê de Tirkiye û Îranê hevdû nêzîk bike.
Her wiha di derbarê siyaseta Suriyê de Bikdeli got: Di dema nû de Tirkiye û Îran dikarin di siyaseta Suriyê de pêkve kar bikin. Rola Tirkiye ya li ser Suriye gelek mezine, ji bo vê yekê jî Tirkiye dikare roleke mezin li rawestandina xwîna Suriyê de û çareseriyeke aştiyane de bibîne.