Li tirkiye dû salan de 12 hezar Kurd hatine şehîdkirin
Komkujiyekî dinê Kurd ji aliyê tirkiyê ve: Li dû salan de 12 hezar Kurd bûne qurbanî
Li meha temmûza 2015 piştî wê yekê ku agirbesta di navbera Hikûmeta tirkiye û hêzên PKK ve bi dawî hat û şer û rûbirûbûn destpêkir, heta dawiya sala 2016 belgenameyên serbaziyên artêşa tirkiye dûpat dikin ku 12 hezar welatî û gerîlayên hêzên PKK hatine şehîdkirin.
Malpera Nordic Monitor ya Swêdî çend belgeyekî nihêniya artêşa tirkiye belavkiriye ku amara qurbaniyên helmet û operasyona serbaziyên tirkiyê li navçeyên Kurdnişînan pêşkêşî Enqerê kiriye û wan hemû qurbaniyên li van dû salan ya li encama operasyonên serbaziyên tirkiye ve hatine şehîd û birîndarkirin û tomara giştî ku hemû hejmara wan digihe 12 hezar kesan.
Malper nivîsiye, piştî wê yekê ku li destpêka salên heştihan şereke giran li navbera PKK û tirkiye destpêkir ku heta agirbesta sala 2014 hejmara qurbaniyên her dû aliyan gihîşte 40 hezar kesan. Lê belê piştî agirbestê û li dû salan da qurbanî gelek zêdetirbûn û berevajiya hemû pêşbîniyan. Eve jî bi wê wateyê tê ku tirkiye helmet û oprasyonên xwe bi tundtirîn awayî ji bo qirkirina Kurdan li wan navçeyan û rûbirûbûna hêzên PKK encam daye.
Li gor wan data û belgeyên nihêniyên artêşa tirkiye ku destê wê malperê ketine, li 30 hezîranê de amara salek berdewam şer û rûbirubûna her dû aliyan piştî şikandina agirbestê şandine Enqerê û bi giştî hejmara şehîdan heft hezar û 869 kes bûye ku li nav wan da hêzên PKK û xelkên medenî û welatiyên Kurd bi giştî heye. Ev data jî tê wateyê li 24ê temmûzê heta 30 hezîranê li tirkiye ew rêjeya zêdeya Kurd hatine şehîd kirin. Li beranber da jî li gor datayên nihêniyên tirkiye 520 serbazên artêşa tirkiye û hêzên polîs û pasevanên sinor ji aliyê hêzên PKK ve hatine kuştin. Hemara wan qurbaniyên Kurd bi şehîd û birîndaran ve digihe zêdetirê 12 hezar kesan.
Piştî şikandina agirbesta 2015 li navbera PKK û tirkiye operasyonên tund li ser navçeyên Kurdan hate kirin û weşandin û belavkirina wê jî bi hemû awayekî ji ragihandinê re hatibû qedexe kirin.
Her çende li data û belgeyên nihênî bi tevahî ewe nehatiye rûnkirin ku çend welatiyên medenî li rêza qurbaniyan de heye, ji ber ku bi baweriya artêşa tirkiye hemû ew kesên li wê demê de hatine şehîdkirin û Endamê PKK û hemûyan wekî çekdar hejmar kirine. Eve jî di demek daye ku xelkekî zêdeyê medenî li rêza wan qurbaniyan de heye.
Li wê demê de ku navçeyên Bakurê Kurdistanê wekî navçeya serbazî hatibû qedexekirin muamele li gel dihate kirin û hatin û çûn jî hatibû qedexe kirin. Li gor belgeyên nihênî hezar û 893 kes li nav bajarên Kurdan de hatine şehîdkirin. 568 kesê din jî bi esîr û dîl hatine girtin. Li beranber da jî 137 serbazên artêşê û 61 polîs hatine kûştin. Heman demê de 961 serbaz û 526 polîs hatine birîndar kirin.
Malper nivîsiye, piştî dawî hatina proseya aştiyê û şikandina agirbestê li navbera her dû aliyan de, şer û rûbirûbûneke tund destpêkir û tirkiye operasyonên gelek mezin û wêranker li navçeyên Kurdan de encam daye. Rêxistinên Navdewletiyên Mafê Mirovan û dijî ceng û xwînrêjtinê jî dûpat li wê yekê kirine ku tirkiye bi awayeke eşkere xwînrijandinê rûbirûyê xelkê sivîlê Kurd yên li navçeya Başûrê Rojhilata tirkiye (Bakûrê Kurdistanê) bûye ku ji ber wê sedemê ji bilî wê hejmara zêdeya qurbaniyan, bi sedan hezar welatiyên Kurdê wan navçeyan jî koçber û derbederbûn. Ji ber ku beşekî zêdeyê bajaran li ser wan de hatin rûxandin û dijwartirîn tawan dijî xelkê medeniyê Kurd li navçeyê de encam da.
Li gor datayên nihênî artêşê nêzîkî heşt hezar Kurd şehîdkirine û çar hezar kes jî birîndarbûne
Li belgeyekî din da hatiye ku li dema 15ê kanûna yekem 2015 heta 12ê kanûna duyem 2016 qedexeya hatin û çûnê li bajarokên Silopî hatibû ragihandin, cara dawî jî li heft heta 22ê nîsanê 2016 bû. Li navçeya Cizîre bi heman awayî li 15ê kanûna yekem 2015 heta 11ê şubata 2016, li Bajarvaniya Sur (Diyarbekir) qedexeya hatin û çûnê li 19ê kanûna yekem 2015 heta nehê Adar 2016 bu, Hezexê 16ê şubat heta nehê adara 2016 û li Nisêbînê li 14ê adar heta çarê hezîran 2016 û li Geverê li 14ê adar heta 27ê nîsan 2016 û li Şirnexê 14ê adar heta 10ê hezîrana 2016 û zêdetirê navçeyan jî li 30ê hezîrana 2016 qedexeya hatin û çûnê û hukma serbaziyê li wan deveran bi dawî hat.
Li gor amaran li Silopî 164 û li Cizîre 674 û li Diyarbekir 298 û li Hezex 125 û li Nisêbîn 495, Şirnex 508, Gever 197 kes bi dîl hatin girtin.
Li gor raporekî saziya Mafê Mirovê tirkiye li encama wan operasyonên serbaziyên tirkiye li wan navçeyan encam daye li wan dû salan de 1.8 milyon welatiyên Kurd li wan navçeyan ziyanmend bûne, li rêza şehîdan jî hejmareke zêdeyê xelkê medenî û bê çek hebûye.
Eve ji bilî wê yekê ku ev operasyon û helmet ziyaneke aborî û avadaniya yekcar mezin li ser bajarên Kurdan li wan navçeyan anî û hejmareke bêsînorê mal û avahî û tax li ser wan de hate rûxandin. Ji bilî wê komkujî û wêrankariya hikûmetê li navçeyê encam da, lê belê bi hemû awayek jî rêgiriyê li gihîştina rojnamevan û dezgehên medyayî dikir bo wan navçeyan û piştî temanbûna operasyonan jî bi hemû awayekî rêgiriyê li wê kirin ku behsa derxistina rewşa wêran ya navçeyê û wê komkujiyê bêkirin ku artêş û hêzên tirkiye li navçeyê de encamdan.