Mezher Mihemed Şêwirmendê Serokayetiya Wezîrên Iraqê ragihand Hikumeta Federal hizra wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê bi peymana rêxistina Opec ê ya ji bo kêmkirina berhem anîna petrolê pêgîr bike.
Her wiha Mihemed ragihand: Hikûmeta Federal dixwaze li çarçoveya peymana rêxistina Opec ê ya ji bo kêmkirina berhem anîna petrolê, li Herêma Kurdistanê jî pêgîr bike. Girnge jî Iraq bikarê Herêmê pêgîr bike, ji ber ku eve babeteke navxweyî ye û çi peywendî bi rêxistina Opec ê ve nîne.
Mezher Mihemed vê yekê jî dazanîn siyasetên peywendîdar bi petrolê wê bêne rêkxistin, lewra heke Iraq pêgîr nebe bi rêkeftina rêxistina Opec ê ya ji bo kêmkirina petrolê wê demê metirsî li ser Iraqê dirust dibin.