Nivîsar

Li Tirkiye demokrasî çeweye?

Li Tirkiye pirsa demokrasiyê û partiyên siyasî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsa herî tê gotubêj kirin pirsa “Demokrasî“ yê ye. Her aliyek siyasî rojane gazindê ji desthilatê dike ku ne demokratin û demokrasiyê diperçikînin. Dema partiya li ser hukum desthalatî winda dike û dibe muxalefet, di cih de heman tiştê dibêje û gazinda tûnebûn , yan jî kêmbûna demokrasiyê dike. Sedemê vê yekê ewe ku di bingehî xwe de li wî welatî çanda demokrasiyê tuneye. Demokrasiya ku Tirk behsê dikin li tu derê cîhanê nayê dîtin .

Ji berî her tiştekî ew partî û dezgehên behsa demokrasiyê dikin di nava xwe de wek rêxistin navê demokrasiyê bi kara naynin. Bi tu awayî ne demokratin û kesên ku ne di rêveberiyê de ne daxwaziya demokrasiyê ji yên rêveberiyê dikin. Yanî yên dikevin rêveberiya dezgehî de, partiyek siyasî de yan jî dewletê bi xwe de gotina demokrasiyê ji bîr dikin, lê yên li ser xwe re, bi ne demokratbûnê tawanbar dikin.

Li Tirkiye partiyên siyasî berê dema ji bo parlementoyê yan jî şeredariya kandîdatên xwe destnîşan dikiran hilbijartin dikiran. Bi hilbijartinê kandîdat dihatin kifşkirin. Em bêjin li bajarekî 4 parlementer derdikevin, hemû partî ji bo kandîdatên xwe diyar bikin diçûn ser sendokê deng didan, di encama dengdanê de kanditaên her partiyekî dihatin kifşkirin û rêza wan jî li gora dengdanê bû.

Ji aliyê din de dema bajarekî de kandîdatê şeredariyê bihata kifşkirin cardin endamên partiya ji bo kandidatên xwe kifş bikin deng didan û kesayetê dengên herê gelek distan da dibûya kandîdatê partiya xwe. Bê goman her partiyek ji bo kandîdatê xwe kifş bike deng dida.

Îro rewş gelek cûdaye, serokê partiyekî kî bixwaze ew dibe kandîdat. Ji bo parlementoyê û ji bo şeredariya jî welê ye. Ev yek li Tirkiye ji bo hemû partiya derbas dibe. Kesek ne bi daxwaziya serokê partiyekî be nikare bibe kandîdat. Yanî qedera hemûya di gotinek ya serokê partiyê de ye.

Ew kesên di partî yan jî rêxistina xwe de dîktatoriyê dikin û demokrasiyê binpêdikin, yên desthilat bi dîktatoriyê û binpêkirina demokrasiyê tawanbar dikin. Di cîhanê de herî kesayetên gotina Demokrasiyê bi karanîne diktatorên.

Di civatekî de çanda demokrasiyê, tunebe gelek zehmete ku aliyên siyasî jî demokratbin. Gotina demokrasiyê çikas gelek bê bi karanîn , ew jî delîlê dûrbûna ji demokrasiyê ye.

Divê kesek di kesayeta xwe de demokrat be û ev yek di kesayeta xwe de pejirandibe, rêxistinak divê kar û barê xwe de demokrasiya bi kar bîne û rêxistinek di rastiyê de demokratbe. Dê hingê bivê nevê, kêmasî jî hebin rêveberiya dewletê de cureyek yê demokrasiyê çêdibe.

Nûçe/analîz

N.Firat

Back to top button