Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemir
Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û şîna rehmetî Ali BeyköylüRoja 01.03.2018an li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji bo salvegera 39emîn a koça dawîya Mele Mustafa barzanîyê nemir civînek hat eli dar xistin. Herweha şîna welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadî û rizgarîya Kurdistanê rehmetî Ali Beyköylü hate danîn.Gelek telewîzyon, nûnerên partîyên siyasî û dezgehên sivîl û rewşenbîr û sîyasetmedar beşdarî civînê û şînê bûn.Bernameya PDK-Bakur ya ji bo bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û bernameya PAKê li Teşkîlata Amedê ya PAKê hate yek kirin.Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan bi axaftineke kurt bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê civîn û şîn destpê kir. Paşê welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh fatîha xwend.


