
Meclîsa Federal a Swîsreyê pêşnûmeqanûna qedexekirina lixwekirina çarşefan qebûl kir. Di pêşnûmeyê de ji ber sedemên tenduristîyê yan jî li cihên wek balafir û îbadetxaneyan wek îstîsna hatin nîşandan.
Li gor pêşnûmeqanûnê ger rayedar destûrê bidin wê di hin xwepêşandanan de karibin çarşefê li xwe bikin û rûyê xwe veşêrin. Yan na, di jiyana rojane de, li derve û li qadên vekirî wê nikaribin çarşefê li xwe bikin.
Kesên ku vê qedexeyê binpê bikin heta bi 1000 frankên Swîsreyî wê bên cezakirin. Dema ku qanûna qedexekirina çaqrşefê bikeve merîyetê, wê li hemû kantonên Swîsreyê derbasdar be.
Li Swîsreyê di 7ê Adara 2021an de ji bo qedexekirina lixwekirina çarşefanli cîhên giştî referandûmek hat kirin. Qedexeya çarşefê ji sedî 51,2 dengan hat qebûlkirin.