Keça Kurd Mahsa Jîna Emînî ya ku li Îranê bi destên ‘polîsên exlaqî’ hat qetilkirin, di sala 2023an de ji bo Xelata Saxarov a Parlamentoya Ewropa ya di warê mafên mirovan û azadîya ramanê de wek namzet cîh girt.
Namzetên ji bo Xelata Sakharov a sala 2023an, ku her sal ji alîyê Parlamenta Ewropayê (PE) ve di warê mafên mirovan û azadîya ramanê de tên dayîn, hatin eşkerekirin. Di nav namzedan de Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî jî heye. Partîya Gel a Ewropayê (EPP) Emînî ji bo xelatê namzet nîşan da.
Namzetên din ên xelatê ev in; Aktîvîstên perwerdehîyê yên Afgan Marzia Amiri, Parasto Hakim û Matiullah Wesa, parêzerê Gurcistanê Nîno Lomjaria û gelê Gurcistanê yê alîgirê Ewropa, çalakvana avhewayê ya Uganda Vanessa Nakate, parêzvanên mafên mirovan ên Nîkaragûayê Vilma Nunez de Escorcia û Mgr Rolando Jose Alvarez Lagos û parêzvanên mafên jinan, welatên Justyna Wydrzynska, Morena Herrera û Colleen McNicholas jî xuya bûn.
Namzed bi îmzeya komên siyasî yên li PE û herî kêm 40 parlamenteran tên diyarkirin. Xelata ku bi navê fîzîknasê Sovyetê û muxalefetê siyasî Andrey Sakharov hatiye binavkirin, ji sala 1988an û vir ve her sal ji alîyê PE ve ji bo kes an sazîyên ku azadîya ramanê li çaraliyê cîhanê diparêzin tê dayîn.
Sê fînalîstên xelatê wê di 12ê Cotmehê de ji hêla Komîteya Têkilîyên Derve û Komîteya Pêşketinê ya PE ve bên hilbijartin. Di 19ê Cotmehê de Seroka PE Roberta Metsola û serokên komên siyasî yên li meclîsê wê biryarê bidin ka wê kî xelatê wergire.
Merasîma xelatdayînê wê di 13ê Kanûnê de, di çarçoveya Lijneya Giştî ya Parlamenta Ewropa ya li Strasboûrgê de bê lidarxistin.