PolîtîkRojev

Li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê 18 kes hatin kuştin

Li Suriye û rojavayê Kurdistanê encama topbaran û tekinan de 18 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Sûriyê da xûyakirin ku, di encama êrişeke bi topan li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê herî kêm 14 kes hatine kuştin. Li Hesekê jî di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de 4 zarok hatin kuştin.

Jêderên xwecihî radgihînin ku, herî kêm 9 kes di encama topbarankirina bajarê Babê li bakurê parêzgeha Helebê ya di bin destê opozisyona Sûrî de hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî di nava kuştiyan de zarok jî hene û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Hizbullah rola xwe di êrîşê de red dike. Ferhad Şamî, serokê navenda ragihandinê ya Hizbullahê got, hêzên wan ti roleke rasterast yan nerasterast di êrîşê de tine.

Topbaran bazarek qelebalix kir hedef; Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Di heman demê de, Rêveberiya Xweser got ku 4 zarok di êrîşeke asmanî ya Tirkiyê de li ser devera sivîlan li nêzîkî Hesekê hatin kuştin.

Ev êrîş di demekê de ye ku ev nêzîkî du hefte ne li hin navçeyên sînorî yên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ligel Tirkiyê de, alozî zêde bûye.

Back to top button