CîhanRojev

Erdogan peyamên germ dide Şamê!

Serokkomarê Tirkiye Erdogan dema ji Ukranyayê vegeriya di balefira xwe de li gel rojnemevana axivî ,rojenemevana gelek pirs ji Erdogan kirin û wî jî bersiva wan da.

Taybetî di derbarê destpêkirina danustanikekî di navbera Tirkiye û Surî de hate axavtin. Wek tê zanîn eve 10 salin Tirkiye li dijê rejima Suriye siyasetekî tund rêve dibe û herdu aliya li dijê hevûdin gelek peyamên tund radigihandin. Lê piştî serdana Erdogan ya Rusya û hevdîtina li Soçî yê li gel serokê Rusyayê,di siyaseta Tirkiye ya Surî di Cihde hat guhertin.

Ji berî niha wezîrê derve yê Tirkiye dabû xûyalirin ku, divê rejim û mixalefet li hevwerin. Ev yek bû sedemê bertekek mezin di nava aliyên mixalefetê. Bi daxûyaniya  wezîrê derve yê Tirkiye pêvajoyek nû di pêwendiyên Tirkiye û Suri de destpêkir.

Erdogan di derbarê destpêkirina pêwendiyan navbera Tirkiye û Suri de dibêje: Tu derdê ma yê ku em bikaribin Esad yan nekaribinê tuneye. Qonaxek nû di pêwendiyên me û Surî de destpê dike. Di siyasetê de qehirandin tuneye.Divê em di nava aşitiyekî de bin. Yekitiya axa Surî, gelekî girîng e. Em li gel Surî gavên pêştir bavêjin,dê gelek leyiztikên têne kirin têkherin.

Erdogan berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Emê li Suriye hinek gava li gel Rusya bavêjin, hinek tiştan jî emê bi serê xwe bikin û ew hêza me jî heye. Em ji hemû tiştekîre amadene. Divê em û Rusya li Surî dijê terorê tevbigerin. Hinek hesabên Îranê li vê deverê hene. Ev jî li ber çavê mene. Çavê me ne li axa Surî ye. Gelê Surî birayên mene. Yekiti ya axa Surî ji bo me girînge û divê rjim jî vê yekê bizane.

Back to top button