CivakRojev

Kesê li Dihokê hatî kuştin ji PKKê veqetiyabû

Encama êrîşek çekdarî de kesek li dihokê hatî kuştin hemwelatiyê Tirkiyeyê ye û navê wî Mehmed Eladîn Nûredîn e. Ew ji bakurê Kurdistanê ye, beriya niha çekdarê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye û ji berî 6 mehan ji dev PKKê berdaye û çûye bajarê Silêmaniyê. Li Silêmaniyê PKKê ew çend cara tehdît kiriye û wî berê xwe daye parêzgeha Duhokê û daxwaza niştecîbûnê (îqame) kiriye.

Li gora agahdariyan Nuredin dema daxwaza niştecîbûnê kiriye gotiye ku, di temenê xwe yê biçûk de tevlî PKKê bûye û piştî ku dev ji PKKê berdaye, berê xwe daye Herêma Kurdistanê.

ji bo kujerê Nuredin bê girtin dezgehên ewlehiyê lêkolîna dikin. Jêderên ewlehiyê eşkere kirin ku ew mal bi mal digerin û kamerayên çavdêriyê kontrol dikin, da ku cihê kujer eşkere bikin. Herwiha diyar dikin, heta niha 20 kamerayên çavdêriyê temaşe kirine, di dîmena herî dawî de kujer kirasê xwe derdixe û diavêje. Dibêjin ku wisa xuya nake ku kujer xelkê Herêma Kurdistanê be.

Back to top button