CîhanRojev

Endamên Kongres daxwaza çareseriya pirsgirêka petrolê navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin

Sê endamên Kongresa Amerîkayê di derbarê çareseriya kêşeya petrol û gazê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de, nameyek ji wezîrê derve yê Amerîkayê re rêkirin.

Hersê endamên Kongresê,Michael Waltz, Dina Titus û Doug Lamborn e xûyakirin ku, li gor madeyên 111 û 112 yên destûra Iraqê desthilat ji herêman re hatiye dayîn ku veberhênanê di çavkaniyên xwe yên sirûştî de bikin û di destûrê de weke serweta hemû xelkê Iraqê hatiye destnîşankirin.

Endamên Kongres di nameya Xwe de dibêjin:  Hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr ronahiya bendên 111 û 112 yên destûra Iraqê, dest bi veberhêna petrol û gaza herêma xwe kiriye û hejmarek kompaniyên Amerîkayê di wê proseyê de beşdar in.

Ji aliyek din ve di nameyê de dibêjin: Berhema gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dikare alîkar be ji bo dabînkriina gaza sirûştî ji bo Iraqê û bi rêya Tirkiyê ve bo başûrê Ewropayê were rêkirin.



Dina Titus , Doug Lamborn û Michael Waltz

Herweha hersê endamên Kongresê dibêjin ku, Ji ber biryara Dadgeha Federal a li dijî sektora enerjiya Herêma Kurdistanê, Bexdayê girêbestên Hikûmeta Herêmê yên ligel du kompaniyên Amerîkî û du kompaniyên Ewropî betal kirine, lê belê li ser girêbestên Hikûmeta Herêmê yên ligel kompaniyên Rûsî û Çînî ti biryarek wenegirtine.

Endamên Kongresê di dawiya nameya xwe de ji Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz kirine ku Bexda û Hewlêr pabend bikin bi rêkeftinê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên ji bo veberhênana enerjiya xwe, werin parastin.

Back to top button